Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Çolterên gundên Bedlîsê ji aliyê dewleta tirk ve tên bombebarankirin

Li 10 gundên Xîzanê qedexeya derketina derve û operasyona leşkerî didome. Hat ragihandin ku seranserî şevê çolterên gundan hatine bombebarankirin.

Duh li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran, Mezra Pisyan û mezrayên wan yên bi ser naçveya Xîzanê ya Bedlîsê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li aliyekî qedexe li aliyekî jî operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin berdewam dike. Hat ragihandin seranserî şevê çolterên gundan hatine bombebarankirin û li hin cihan dengê çekan jî hatiye bihîstin. Hat zanîn ku hem li bejahiyê hem jî ji hewayî ve operasyon berdewam dike.

Ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin. Li gelek gundan destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin.

Duh li gundê Xûlepûr welatiyên bi navê Sakîn, Muzaffer û Bedrettîn Altin di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û îro wan ji navçeyê birine navenda Bedlîsê. Tê payîn her sê welatiyan jî ji bo îfade bidin bibin dozgeriyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar