Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Coşa HDP’ê ya li Wan û Mûşê

Li bajarên Wan û Mûşê bi tevlêbûna dehhezaran welatiyan, HDP’ê mîtîng li dar xistin. Di mîtîngan de gelemperî çalakiyên greva birçîbûnê derketin pêş û beşdaran berxwedêrên di grevê de silav kirin. Her wiha axaftvanan jî da zanîn ku dê gelê herêmê di 31’ê adarê de dawî li AKP’ê bîne

Xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li bakurê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de HDP’ê li Wan û Mûşê mîtîngên girseyî li dar xistin. Di mîtîngên Mûş û Wanê de bi dehhezaran kes herikî qadan û rengê xwe yê di hilbijartinê de diyar kirin. Di mîtîngên Wan û Mûşê de gelemperî berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin pêş.

Di vê çarçovoyê de HDP’ê mîtînga xwe ya dawî ango fînal li navenda Wanê li Qada Bêşyolê li dar xist. Ji serê sibehê ve bi dehhezaran wanî herikîn qada mîtîng e. Qada mîtîngê jî bi rengên HDP’ê hatibû xemilandin. Di mîtîngê de hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan û Okkeş Kawa, parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, nûnerên KCD’ê û aktîvîstên TJA’yê amadede bûn.

Peyama Kaya hat xwendin

Di mîtîngê de di serî de Umît Dede axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Dede xwest ku tecrîd bi dawî bibe. Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci jî di serî de welatî silav kirin û diyar kirin ku di 31’ê adarê de dê dawî li xespa qeyûman bînin. Her wiha peyama hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya jî hate xwendin.

‘Gelê Wanê serkeftina xwe ragihand’

Piştre jî parlamenter Feleknas Uca di mîtîngê de axivî û ev tişt destnîşan kir: “Gelê Wanê ji niha ve serkeftina 31’ê adarê ragihand. Gelê me li hemberî zext, girtin û kuştin û qetlîaman stûyê xwe xwar nekir. Parlamenterên me Leyla Guven, Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û Dersîm Dag îro li Amedê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan, daxwazên me ne. 8 sal in rêzdar Ocalan nikare bi parêzerên xwe re bicive. Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Di nava hefteyekê de 5 şehadet pêk hatin. Berpirsê van şehadetan dewlet e. Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin.”

Piştî axaftina Uca, gel ji bo destekdayîna çalakiyên greva birçîbûnê 2 deqeyan çalakiya bêdengiyê li dar xist.  Mîtîng bi konsera Koma Pel re bi dawî bû.

Mîtînga li Mûşê

Di heman demê de bi tevlêbûna hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî û namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç, namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Mûşê û bi hezaran welatiyan, li Mûşê mîtîng hat lidarxistin. Welatiyên ku tev li mîtîngê bûn, bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Leyla Guven rûmet me ye’ û ‘Mûş Ya Me Ye’ berz kirin.

Sakik: Divê gelê Mûşê bersiva pêwîst bide

Piştre jî namzetên hevşaredariyê derketin ser dikê û gel silav kir. Piştî axaftina Sîbel Gunç, Sirri Sakik jî axivî. Sakik da zanîn ku divê gelê Mûşê bersiva her baş di sindoqan de bide desthilatdariyê. Sakik mîtînga Erdogan a li Mûşê bi bîr xist û diyar kir ku gelemperiya girseya wî ji derveyî bajar bûn û hemû xwendekarên li Mûşê jî bi darê zorê li qada mîtîngê hatibûn komkirin. Sakik wiha domand: “Dibe hûn bi seferên mezin werin vî bajarî lê hûnê bi ser nekevin. Serkeftin a vî gelî ye.”

Bal kişand ser grevên birçîbûnê

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha derbirî: “Hevala me Leyla Guven vaye 140 rojin li ber xwe dide. Ji bo tesîskirina aştî û demokrasiya welat bedena xwe daye birçîbûnê. Lê hikûmeta AKP’ê û wezîrê dadê li hemberî vê daxwaza mafdar û rewa û insanî bêdeng mane. Ger ku ev daxwaza bihata qebûlkirin, îro ew girtiyên jiyana xwe ji dest dayîn niha sax bûna.”

‘Dem dema yekitiyê ye’

Ji Partiya Însan û Azadiyê Menîcan Gulmez jî diyar kir ku di dîrokê de kurd her tim hatine mexdûrkirin û ji hêla partiyên pergalê ve hatine xapandin. Gulmez anî ziman ku êdî dem dema yekitiya gelê kurd e û Tifaqa Kurdistanî jî bersiva herî xurt e. Gulmez got ku gelê kurd, gelekî bi rûmet e û dê qeyûman ji herêmên xwe def bike. Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî berxwedêrên grevên birçîbûnê silav kir û daxuyand ku dê ev hilbijartin bibe hilbijartina bidawîkirina AKP’ê.

Axaftina Pervîn Buldan

Herî dawî jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê. Buldan piştî ku gel silav kir û wiha axivî:

“Êdî em mitîngên xwe yên dawî pêk tînin. Li her deverê em bi coş, hêvî û kelecan hatin pêşwazîkirin. Hêvî û biryardariya we hêz dide me. Ji ber ku HDP her cihê ku diçê bi xwe re  hêvî, wêrekî, biryardarî, aştî û hezkirinê dibe. Çav û guhê her kesî li ser HDP’ê ye. Ji ber ku em tekane partî ne ku siberoja vî welatî difikirin, ji ber ku em diz nînin û derewam nakin. Ji ber ku em edalet, aştî, hiqûq, jiyanekî demokratîk û siyaseteke demokratîk dixwazin.

‘Erdogan qala xizaniya Mûşê nake’

Du roj berê Erdogan li vir mîtîng pêk anî. Lê gelê Mûşê tune bû. Ji Erzîngan, Baybûrt, Xarpêt û gelek bajarên din kes anîbûn vir. Lê îro li vir tenê mûşî hene. Serokomar derew kir û xarpêtî, baybûrtî û erzînganiyan jî guhdar kir. Her cihê diçê qala Sirri Sakik dike. Bi qasî ku bi Sakik re mijûl dibe ger ku bi pirsgirêkên Mûşê re eleqedar bibûya, dê pirsgirêk nemabûna. Erdogan qala xizaniya Mûşê nake. Mûş di nava xizaniyê de perîşan bûye û tu xizmet jê re nehatiye kirin. Êdî sewalkarî û çandinî li Deşta Mûşê qedand. Cotkar nikare pariyekî nan ji zarokên xwe re bibe û febrîqeyên şekir û şîr firotin. Karker ji kar hatin derxistin. Li şûna febrîqeyan bila qesra xwe bifiroşe. Tenê qesra xwe bifiroşe, ne tenê Mûş dê hemû Tirkiye pê xwedî bike. Êdî dawiya wan hatiye û dê bersiva herî baş di 31’ê adarê de bide wan.

Bersiv da gotinên Erdogan

Êdî wadekê AKP’ê nemaye. Tenê li HDP’ê heqaretan dikin û ji bilî gotinên; ‘HDP bêdîn û bîman e’ tu gotinên wan nemane. Em bêdîn, bêîman, bêbawerî û terorîst nînin. Ne hed û mafê kesekî ye ku heqaretê li HDP’ê bike û HDP’ê terorîze bike. Ger ku li vî welatî edalet û hiqûq hebûya, Leyla Guven û bi hezaran girtî nediketin greva birçîbûnê. Wezareta dadê û rayedar li dijî hiqûq û yasayan bêhûrmetiyê dikin. Hevdîtina birêz Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re, mafê wî yê herî rewa ye. Yên qala dîn û îmanê dikin bila li bêhûrmetiya xwe ya li dijî cenazeyan binihêrin. Nahêlin em cenazeyên xwe veşêrin û ji hêla polîsan ve bêyî wecîbeyên olî tên veşartin. Vê yekê ne em û ne jî xwedê qebûl nake. Yên ku dê qedera Mûşê biguherîne, gelê me ye. Em li benda we ne ku hûn di 31’ê adarê de tercîheke rast bikin. Serkeftin Ya Me Ye. Mûş Ya Me Ye.” WAN-MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar