PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Coşa hilbijartinê ya HDP’ê mezin dibe

Namzetên hevşaredarên HDP’ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Nisêbînê ligel hemû astengiyan jî li navenda navçeyê meş li dar xistin, li Êlihê esnaf ziyaret kirin û li navçeya Peyîzava ya Wanê jî buroya hilbijartinê vekirin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê starta hilbijartinê da. Rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes li ber avahiya partiyê civiyan. Namzetan piştre çûn serdana esnaf û gel.

Namzetên HDP’ê ligel hemû hewldanên astenkirina polîsan jî meşa xwe berdewam kirin. Girseya ku di meşê de li hev civiya li ber avahiya partiyê ya navçeyê rawestiya. Namzetê hevşaredariyê Ferhat Kût li vê derê xîtabî gel kir û wiha got: “HDP partiyeke gelan e. Gelê me her tim xwedî li HDP’ê derketiye. Gelê me  îro dîsan xwedî li HDP’ê derdikeve.” Piştî axaftina Kût, govend hat gerandin.

Namzetên hevşaredarên Êlihê Gongul Korkmaz û  Sabrî Ozdemîr jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Gelek endamên partiyê û Dayikên Aştiyê jî bi namzetên hevşaredariyê re esnafên Bulvara Tûrgût Ozal ziyaret kirin. Welatiyên derdorê eleqeyek mezin nîşanî ziyareta namzetan dan.

Li Wanê jî HDP’ê lez da xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê. namzetên hevşaredaran bê navber esnafan ziyaret dikin û buroyên hilbijartinê yên navçeyan vedikin. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Acvi, Namezetên Hevşaredariya Peyîzava Rojbîn Akdag û Kemal Guler, Nemzetên Hevşaredariya Westan Veysî Şeker û Melek Arapoglu, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Umît Dede, rêveberên KCD û DBP’ê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Peyîzava bûn. Namzetan gel silav kirin û diyar kirin ku dê şaredariya di destê qeyûm de cardin dewrê gel bikin.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî namzetên hevşaredariyê Azîm Yacan û Şehzade Kurt di saetên serê sibê de mala şînê ziyaret kirin û piştre çûn serdana esnafan. Namzetên rastî eleqeyek mezin hatin pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.

Li navçeya Saray a Wanê jî namzetên hevşaredariyê Caziye Duman û Şahabettîn Bîlmez li taxên Orenbûrç û Keçîkayasi bi welatiyan re kom bûn û pirsgirêkên welatiyên taxan guhdar kirin. MÊRDÎN / ÊLIH/ WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar