Ji serê meha adarê ve hat xuyakırın ku tevlêbûn û coşa pîrozbahiya Cejna Newroza îsal, ew ê gele zêdetir be.
Mirov beşera coşa gel bi giştî, karibû ji sala 2021 ve jî pêşbînî bikira. Jiber ku berxwedana sala derbasbûyî, gelek di asta bilind de bû û hilbet ew hêza ku gel ji wê berxwedanê hilda, yekser derbasî xebat û çalakî û pîrozbahiyên vê salê jî bûye.
Jixwe qasî tê zanîn, bi têkoşîna Tevgêrê û bi giştî berxwedana gel re, pîrozbahiyên Newrozan jî sal bi sal, her bi pêş ve ketine.
Her çendîn Cejna Newrozê, xwedî dîrokek dûr û dirêj be jî, lê di dawiya sedsala bîstan de, êdê gav bi gav ber bi jibîr kirinê û lawazbûnê bûbû.
Erê li parçeyên din, her çendîn ji Bakur bêhtir ev Cejna dîrokî û ya herî mezin a netewiya Kurdistanê dihat bîranîn û pîrozkirin jî, belê di radeyek gelek biçûk de pêk dihat.
Mirov dikare bi hêsanî bêje ku çawa bi têkoşîna Tevgêra Azadiyê re, doza rizgarî û azadiya gelê Kurdistanê hat zindî kirin û bi pêşvexistin, ev Cejna Netewî Newroz jî bi vê Tevgêrê re, weke ji nûve û nûjentir derket ser dika jiyanê.
Bi salên 1970-80-90’an re, êdî her sal ji ya berî xwe zêdetir, him nav û him naveroka wê hat naskirin û pîrozkirin.
Jixwe êdî ji aliyê raya giştî ve, çalakiya roja Newrozê ya 1982’an a Zîndana Amedê ya Mazlum Dogan baştir tê naskirin. Ev çalakiya ji aliyê yek ji pêşengê PKK’ê Mazlum Dogan ve hate kirin, hîn zelaltir û xurtir peywendiyê vê Tevgerê û zindikirin û geşkirina Cejna Newrozê dide nîşandan. Jiber ku ev çalaki gelek bi zanebûn û bi hişmendiyek bilind hatibû amadekirin.
Bi vê çalakiya roja watedar û pîroz re, bandora mezinbûn û xurtbûna îradeya vê Tevgêrê, him li zîndanê û him li derveyî zîndanê gelek berbiçav hate xuya kirin.
Dikare wisa jî were formule kirin; ruhê berxwedêr ê Mazlûman ji zîndanê, bi rêya Zekiya Alkanan derket ser Sûrê Amedê, ji wira bilintir firiya derbasî Çiya bû û li wira jî bi rêya Egîdan (Mahsum Korkmazan) Pêngava 15’ê Tebaxê hate despêkirin.
Tevgêra Azadiyê, li ser vê pira şoreşgerî ya di navbêna zîndanan û çiyan de hate ava kirin ve, rojên 21 û 28’ê Adarê yên navbera çalakiya Mazlum Dogan û Şehadeta Mahsum Kormaz weke Hefteya Qehremanıyê pejirand û ragihand.
Tinê li Amedê û Çiyayê Kurdistanê jî ne rawestiya ev ruh û ev îradeya xurt a berxwedêr, bi rêye Rahşan Demirel û Sema Yuceyan ve derbasî Tirkiyeyê bû. Bi reya Ronahî û Berîvanan derbasî Ewrupayê jî bû. Bi kurtayî derbasî cîhanê jî bû.
Di encamê de, yê nav û naveroka Cejna Newrozê gihand hev û li goreyî cewherê wê têkoşîn meşand, ev rûh û ev hiş û bîrewerî gihand gelê Kurdistanê, pêşengên vê Tevgêrê bûn.
Nuha ev ruhê berxwedêr, li Kurdistanê bûye çand û exlaqê gelê me yê niştimanperwer. Her wiha ev zîhniyeta nûjen a li ser felsefeya Rêber Apo hatiye perwerdekirin, êdî bûye îradeyek ji pola û nayê tewandin ku dikare şoreşan jî lidar bixe.
Her çendîn van dewletên dagirker, jibo vê Cejnê ji naveroka wê dûr bixin hewl dan; navên cuda cuda lêkirin, hinek navên olî û hwd.pêvekirin û xwestin ji gelê Kurdistanê bistînin jî, lê bi ser neketin.
Hilbet her çendîn ev dîrok, li xaka Kurdistanê pêkhatibe û bi bingehîn xwedanê wê gelê Kurdistanê be jî, lê çawa di dîroka vê Cejnê de bi giştî gelên herêmê jê sûd wergirtibin, her wiha îro jî mirovahiya cîhanê dikare ji naveroka vê Cejnê sûd bigre.
Jixwe ji nuha ve, weke mînaka Şoreşa Rojava, bala raya giştî cîhanê kişandiye ser xwe, yên weke modelek hemdemî dibînin jî ne hindik in û peywendiyên hêja yên enternasyonalîst jî hene. Bi teybatî jî, di felsefeya vê têkoşînê û Şoreşê de rola pêşengtiya jinê, bandora xwe di asta cîhanî de roj bi roj zêdetir dibe.
Dibe ku lihevrasthatin be jî, di vê meha adarê de li gel Cejna Newrozê, Cejna Jinên Cihanê jî heye. Bi vê boneyê her du cejin; him 21’ê Adarê Cejna Newrozê û him 8’ê Adarê Cejna Jinan, li hemû mirovahiyê û bi taybetî jî li Rêber Apo pîroz be!