Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

CPJ: Tirkiye di girtina rojnamegeran de di rêza 4’emîn de cih digire

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) diyar kir di sala 2022’yan de gelek rojnameger hatine girtin û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye di nav wan 5 welatan de ye ku herî zêde rojnamevan girtî ne.

CPJ’ê raporek weşand û got “Li temamê dinyayê di sala 2022’yan de gelek rojnamevan hatine girtin. Vê salê gelek şer û zext çêbûn. Serokên otorîter ji bo dengê mûxalifan bibire û azadiya çapemeniyê bide sekinandin, nûçegihaniya serbixwe wekî sûc dibîne. Di sala 2022’yan de 363 nûçegihan ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Li gorî par ev rêje ji sedî 20 zêde bûye û ev rewşeke xetere ye.”

Di raporê de hat diyarkirin îsal herî zêde li Îran, Çîn, Myanmar, Tirkiye û Belarûsê rojnamevan hatine girtin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Îranê bi taybetî li ser rojnamevanên kurd zext gelekî zêde bûne. Di raporê de hat gotin “Li Îranê kurdan berdêla protestokirina hikûmetê dan û herî kêm 9 rojnamevên kurd  niha girtî ne. Li Tirkiyeyê jî nûçegihanên JINNEWS, Ajansa Mezopotamya, edîtorên Rojnameya Xwebûnê û xebatkên şîrketên produksiyonê bi giştî 25 rojnamevên kurd hatine girtin.  Li Iraqê jî îsal bi qasî ku hat tespîtkirin sê rojnamevan hatine girtin.”

CPJ’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara rojnamegeran girtî bûye 40 û bal kişand ser vî tiştî ku qanûna sansûrê wê veguhere êrîşa li ser azadiya çapemeniyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar