Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

CPJ û Komîteya Mîna ji bo rojnameger Ehmed serî li NY’ê dan

CPJ û Komîteya Mîna ji bo rojnameger Silêman Ehmed ê ji hêla PDK'ê ve hatiye revandin û ev 190 roj in tu agahî jê nayên girtin hîn bibe, serî li Komîteya Windakiriyan a NY'ê dan.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 190 rojin agahî jê nayê girtin. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Komîteya Mîna di çarçoveya aqûbeta Rojnamevan Silêman Ehmed were pirsîn de, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

CPJ di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12’ê nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku aqûbeta rojnameger Silêman Ehmed were aşkerakirin.

Hate destnîşankirin ku rojnameger Ehmed piştî serdana malbata xwe ya li Sûriyeyê kir û vegeriya Herêma Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser aşkera nekirine.

Hêjayî gotinêye ku tevî bi caran malbat û parêzerên rojnameger Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê û agahî girtina ji rewşa Silêman Ehmed serlêdan kirine jî, lê PDK rê nade.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar