Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

CPT bi neçûna Îmraliyê re bû parçeyeke tecrîda mutleq

Heyeteke CPT’ê di navbera 13-22’yê sibata 2024’an de bi kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên girtin re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku neçûye Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye. CPT bi vê helwesta xwe bû parçeyeke tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin.

Gelê kurd û dostên wan bi salane li dijî êşkencexaneya Îmraliyê û tecrîda mutleq di nava çalakiyan de ne. Di serî de bang li CPT û saziyên navneteweyî dikin ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Lê CPT bi serdana xwe ya dawî nîaşan da ku ew jî parçeyeke tecrîda mutleq e. Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ji bo vekolana pêkanînên li dijî kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên girtin, hat ziyaretkirin.

Li gorî daxuyaniyê, têkildarî rewşa girtiyên ku niha li Girtîgeha Cezayê Giran a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, têkildarî têkiliyên wan ên bi rayedarên peywendîdar, bi taybet bi derve re, hin mijar jî hatin rojevê.

Her çend mijarên der barê Îmraliyê de bi rayedarên Tirk re hatibe kirin jî, tê fêmkirin ku tu serdan li Girtîgeha Îmraliyê nehatiye kirin û dema ku saziyên cezayê yên ku heyet ziyaret kirine hatine nivîsandin, Îmraliyê di lîsteyê de cih negirtiye.

Girtîgehên ku şandeyê ziyaret kir ev in: Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Maltepe ya ji bo welatiyên biyanî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Alîkarê Wezîrê Edaletê Ramazan Can û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim re û rayedarên payebilind ên wezaretên dadê û derve re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ku bi Serokê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê Muharrem Kiliç re, bi navê Serokê Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (NPM), endamên Lijneyên Şopandina Girtîgehên Enqereyê û nûnerên saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê re hevdîtin hatine kirin.

Her wiha hate gotin ku di dawiya serdanê de şandeyê çavdêriyên xwe pêşkêşî rayedarên Tirkiyê kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar