PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

CPT ji bo tespîta çekên kîmyewî çû Başûr

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan-CPT) ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk ve li herêma Mamreşo ya Avaşînê hatibû bikaranîn, çû başûrê Kurdistanê lê rêxistin ji ber rewşa ewlehiyê nekarîn xwe bigihînin herêmê

Navenda Nûçeyan |

Êrîşa dagirkeriyê ku artêşa tirk di 23’ê nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê daye destpêkirin didome. Artêşa tirk ku nikare li ber berxwedana gerîlayan xwe bigre, çekên kîmyewî bikar tîne. Têkildarî mijarê HPG’ê ragihandibû ku dewleta tirk a dagirker li herêma Mamreşo ya Avaşînê çekên kîmyewî bi kar aniye.

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan-CPT) hewlda biçe herêma Mamreşo ya ku dewleta tirk lê çekên kîmyawî bi kar anî, lê ji ber rewşa ewlehiyê nekarîn xwe bigihînin herêmê.

Serdanên CPT’yê

Endamê CPT Kameran Osman der barê mijarê de axivî û wiha got: “Hefteya borî me serdana Zinarê Kêste û gundên Hirurê û Kanî Mezin ên herêma Berwariya Bala kir û me ziyanên êrîşên dawiyê yên Tirkiyeyê şopand.”

Ji ber berdewamiya şer neçûn

Kameran Osman berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Me hewl da biçin herêma Mamreşo ya Avaşîn ku Tirkiye ku lê çekên kîmyawî bi kar aniye. Lê ji ber rewşa ewlehiyê û berdewambûna şer me nekarî biçin wî cihî.”

Christian Peacemaker Teams (CPT) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên ji 23’yê Nîsanê ve berdewam dikin raporek amadekiriye. Biryare ku di rojên bê de di civînek çapemeniyê de naveroka wê ji raya giştî re aşkera bike.

Li aliyekî şer didome û li aliyê din jî bertekên li hember dagirkirina dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta Başûr didomin. Komek hunrmendên ji Başûr li Silêmaniyeyê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan.

Hunermendan bertek nîşan dan

Daxuyaniya ku ji aliyê aktîvîst û hunermend Azad Bayiz ve hat xwendin li ser gora helbestvanê kurd Şêrko Bêkes a li Parka Azadî ya Silêmaniyeyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hunrmendên Başûr, bi armanca redkirina dagirkirina Tirkiyeyê hatin gel hev. Di nava du hefteyên borî de leşkerên tirk li ser çiyayên Zap,Metîna û Avaşînê dagir dike.Tirkiye bi boneya ku di şer de binkeftina xwe veşerê çekên kîmyewî bikartîne û bi vî awayî jî serweriya xaka Iraqê binpêkiriye.”

Bêdengiya hikûmeta Başûr

Hunermendan bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûr û ev tişt gotin: “Lê mixabin partî, hêz û ragihandina ku li ser partiyane, li hember van êrîş û dagirkirina dewleta Tirkiyeyê bêdeng in. Her wiha li hember bikaranîna çekên kîmyewî jî bêdeng in.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de hunermendan da diyar kir ku parastina welat erka her kesî ye û daxwaza helwestê ji gelê kurd tê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar