Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘CPT li gor exlaq û pîvanan tevnagere’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok: “CPT, li gor exlaq û pîvanên xwe tevbigere, dikare zextan li dewleta tirk bike û ew jî dizanin ku tecrîd û îzolasyon heye. Lê li hev dikin. Wek meseleyeke siyasî nêz dibin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê heta niha xwest dawî li me bînin, Lê me dawî li desthilatdariya 20 salan a AKP'ê anîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a li Stêrk TV bû û rojeva heyî nirxand. Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re wiha ye:

Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, bi her awayî didome. Faşîzma AKP/MHP’ê, heta niha li hember tecrîdê, xwe li bêdengiyê datanî. Lê herî dawî, tecrîda li Îmraliyê weke rewşeke maqûl bi nav kir. Li aliyê din jî gelê kurd û dostên kurdan û li qada navneteweyî, xwedîderketineke mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Hûn van her du rewşan çawa dinirxînin?

Her du rewş jî rast in. Yanî, tecrîd û îzolasyon, nêzîkê 25 sal in li ser Rêber Apo berdewam e. Ew rastiyek e û wezîrê edaletê yê Tirkiyeyê, xwe dixapîne. Dixwaze her kesî bixapîne, bawer dike ku wê bixapîne û derewan dike. Ne ku agahiya wan tu nîn e ku rewşa Rêber Apo çi ye. Baş dizanin ku zext e û yên zextê dikin jî jixwe ew bixwe ne. Tecrîd heye, tu mafekê girtiyekê asayî jî ji bo Rêber Apo ne derbasdar e. Ya rast ew û CPT’yê jî bi hev re li hev dikin. CPT, li gor exlaq û pîvanên xwe tevbigere, dikare zextan li dewleta tirk bike û ew jî dizanin ku tecrîd û îzolasyon heye. Lê li hev dikin. Wek meseleyeke siyasî nêz dibin. Derewan dikin.

Rewşa Rêber Apo û gelê me û mirovahî û hêzên rêxistinên sosyalîst, şoreşger bi şev û roj li ser pêyan in. Bi şêwazên cur bi cur nerazîbûna xwe li hember tecrîdê aniye ziman û ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan e. Çi aliyê siyasî, çi aliyê hiqûqî, çi aliyê civakî, xwedîderketineke wisa ji bo Rêber Apo, heye. Ew pêvajo berdewam e. Tehemula gelê Kurd jî nemaye. Yekê wek Rêber Apo, wek dewleteke mêtinger ku tu nirx û pîvanên mirovahiyê rêz diyar nake û bi şev û roj bi awayekê derdest li Îmraliyê tê ragirtin. Gelê me, em bixwe jî kesên bi exlaq û pîvan van tiştan qebûl nakin. Çend roj berê konferansek ji bo azadiya Rêber Apo û rewşa Rêber Apo tê de, hat lidarxistin. Konferanseke gelek bi nav û deng bû. Bi navneteweyî jî pir hat niqaşkirin. Pir kesên biyanî jî çi nivîskar, çi hiqûqnas, siyasetmedar, li ser niqaş kirin, dewleta Tirkiyeyê şermezar kir. Li gorî tu pîvanan û hiqûqê, ne rast e ku Rêber Apo hîn jî di bin tecrîdê de bimîne. Gelê me jixwe her tim li ser pêyan e. Çend roj berê, dîsa li Dusseldorfê mîtîngeke girseyî çêbû. Li her derê heval û hevrêyên me, rêxistin û gelê me; wek şiarekê ye, em her tim tînin ziman; bêyî Serok jiyan nabe. Ev, ne bi tenê axaftinek e, di dîroka me de pir hatiye îspatkirin. Bi dehan, bi sedan hevalan, agir berda bedena xwe. Bi awayekê fedaiyane helwest diyar kir û gelê me her tişt dan ber çavan. Ev, pêvajoyeke pir giring e. Lê êdî hatiye nuqteya dawîn. Bila dewleta Tirkiyeyê vê bizane, wezîrê edaletê yê Tirkiyeyê jî bizane. Nikare gelê Kurd bixapîne, tevgera me bixapîne, kesê bi wijdan û pîvanên rast ên hiqûqê ve girêdayî û durist, nikare bixapîne. Em dizanin ew çi dikin. Texmîn dikin ku li Îmraliyê çi diqewime, çi zext û zorahî hene û nerazîbûn û têkoşîna me, bi her awayî wê berdewam bibe. Çi aliyê siyasî, çi hiqûqî, çi civakî. Em gihîştine wê baweriyê ku heta niha derew dikirin. Rast û rast digot; tu tecrîd li ser Rêber Apo nîn e. Vê carê gotiye, tiştekê wisa nîn e, ya jî agahiya me jê nîn e.

Rewşeke maqûl digire dest. Yanî, beriya wê CPT’yê bersiv dabû Tirkiyeyê. Lê belê Tirkiye, di heman demê de, bersiveke ne ji CPT’yê re ye. Rewşeke maqûl dibîne.

CPT, eger pîvanên xwe, rastî wisa rêz diyar bike, hiqûqa navneteweyî, mafparêz, civaka bi wijdan û demokratîk û em bixwe baş dizanin ku rewş, ne asayî ye. Zêdeyê du salan e ku tu agahî ji Rêber Apo nîn e. Di kîjan rewşê de dijî, rewşa wî ya tenduristiyê çi ye, bi giştî çawa dijî. Em dizanin ku zext heye. Tu têkilî û agahî nîn in. Ma ev normal e? Ji bo tu girtiyan tiştekê wisa ne normal e. Ev nîşaneya çi ye? Di şexsê Rêber Apo de, li hember gelê me, li hember mirovahiyê û hêzên demokratîk, sosyalîst; bi taybetî, li ser Rêber Apo, ew helwest, ew zext, berdewam e. Ew, nîşaneya vê ye. Em jî vê dizanin, gelê me jî divê vê bizane, dostên me jî vê bizanin. Ji me her yek, di çi aliyê de bikare erka xwe, berpirsyartiya xwe, li hember rastiya Rêber Apo pêk bîne, bi wî awayî, em hemû di nav tevgerekê de bin. Wext ji bo me giring e. Gava din jî min anî ziman, 40-50 sal in, nêzîkê 20-25 salan e; sala 25’an e, temenek e, agahî nîn e. Ew çi bibêjin, normal e, wateya wê çi ye, em baş dizanin. Dixwazin bi mêjiyê me bilîzin. Bi sivikahî nêz dibin, ne cidî ne. Pêwîst e helwesta me jî ji wê astê radîkaltir, piralî be û her dem hebe. Bi rastî bêyî Rêber Apo jiyan nabe. Em careke din bidin îspatkirin.

Li aliyê din, li qada navneteweyî derketineke li hember a mezin heye, me behs kir. Ev, di heman demê de pirsgirêkên ku hêzên global ên hegemonîk dijîn, dîtinên paradîgmaya Rêber Apo ji wan re çareserî ji bo wê xwedîderketineke mezin heye?

Paradîgmaya Rêber Apo, em wisa bibêjin; Rêber Apo ne mirovekê jirêzê ye ku bû muxatabê komployeke navneteweyî. Ew ji me baştir dizanin ku paradîgma, siyaset û pîvana demokratîkbûna civakê ya sedsalê, Rêber Apo wek alternatîf ava kir. Tiştên wisa di dîrokê de pir kêm in. Ji çend sedsalan carekê pêxember û siyasetmedarên navdar radibin. Ji wan yek jê wek mînak, Rêber Apo ye. Li hember modernîteya kapîtalîst, paradîgmayeke nû, modernîteya demokratîk ava kir. Di serî de jin, civakên bindest, civakên azadîxwaz û rewşenbîrên cihanê, siyasetmedar, civak bixwe, mirovahî, helbet bi vê bi bandor dibe. Anku modernîteya kapitalîst nikare qirêjî, xirabî, derew û durûtiya xwe veşêre. Rojane bi her awayî mirovahî dibe şahîd ku di modernîteya kapîtalîst de çi tê jiyîn. Miqabilê vê, wexta Rêber Apo, modernîteyeke demokratîk a nû ava dike ku her kes berjewendiyên xwe, azadiya xwe, demokratîkbûna xwe tê de dibîne. Helbet li ser mirovahiyê, li ser cîhanê bandorek e, her ku diçe zêde dibe. Ez di vê baweriyê de me; eger di serî de wek tevger, em partî bixwe û her wiha ên ku bikarin vî karî bi rê ve bibin, paradîmaya Rêber Apo me baştir, bi tenê parêznameyên Rêber Apo, baştir bi rêxistin bikirana, nîşanê mirovahiyê bidaya, pê bida famkirin, helwest û nêzîkatiya wan wê di asteke bilindtir de bûya. Kêmasiya me, di heman demê de wek rexnedayînekê bîne ziman. Lê giring e ku di vê mijarê de jî pirtir, baştir, em li ser bisekinin.

Di ser êrîşên dagirkeriyê yên Zap, Avaşîn û Metînayê re salek derbas bû. Dagirkeriya faşîst hesab dikir ku wê di du-sê hefteyan de bigihîje armanca xwe, lê belê hesabê wê yê malê û yê sûkê li hev nehat. Dagirkeriya faşîst, hesabê çi dikir, beramberê wê çi qewimî? Her wiha berxwedana gerîla çi derxist holê?

Em vê bibêjin. Têkoşîna me li hemberî mêtingerî û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê, weke beşa leşkerî ji 15’ê Tebaxê û vir ve 30 sal derbas dike, di wê astê de. Bi dehan salan dewam dike. Di roja destpêkê de gava pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat wê bê bîra we jî, digotin ‘dawiya PKK’ê hat, temenê wan 24 saet in, 48 saet in’. Yanî bi saetan temenê me diyar dikirin ku em ê nikaribin li ser vê axê bimînin û em ê tune bibin. Bi dehan sal derbas bûn lê heman tiştî dubare tînin ziman. Her roj dibêjin me ewqas kes şehîd xist, ew kes tune bû, îsal wê tune bibin, dixwazin psîkolojiyeke bi vî rengî ava bikin. Ji derewên xwe bi xwe bawer dikin, dixwazin her kes jê bawer bikin. Bêguman lingekî esasî yê şerê taybet psîkolojîk e, propaganda ye. Dewleta Tirkiyeyê di vê mijarê de hinekî pispor e, li ser derewan hatiye avakirin. Ji ber vê baş dikare gelek tiştan berevajî bike û pêşkêşî civakê bike. Dereweke li hemberî şerê berxwedana Zap, Avaşîn, Metîna û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di sala 2008’an de jî wisa gotibûn. Dîsa li ser Zapê derbeke pir giran û kûr xwarin, di demeke kurt de neçar man bizîvirin. Bêguman vê carê amadekariyeke pir stratejîk li hemberî me, li hemberî gerîlayên Kurdistanê HPG û YJA Starê 8 sal bênavber bi her awayî, bi hemû çek û şêwazî, tu hiqûqa navneteweyî, exlaqa şer hemûyan binpê dike û bi wî rengî tê ser gerîla. Rast e windahiyên me çêbûn, lê 8 salan li ser piyan ma gerîla. Ev yek bi tena serê xwe serkeftineke. Bêguman em ê bi vê nekevin rehawetê. Lê belê bila her kes zanibe ku di dîroka dewleta Tirkiyeyê ya mêtinger û dagirker de nîne ku tu wisa berxwedanek bi salan, bi 8 salan weke me anî ziman weke li hember NATO li ber xwe bide, bi ser bikeve û hîn jî têkoşîna xwe dewam bike. Ev serkeftineke, divê gelê me vê zanibe. Yanî di kîjan şert û mercî de li hemberî çi teknîk, çi hêz, çi hêzên navneteweyî ev gerîla li ber xwe dide û hîn jî di nava berxwedanê de ye. Dewleta Tirkiyeyê heta niha çi got, derew derketin, encam negirt. Şer jî bêguman dewam dike. Zap jî wisa ye. Zap ji xwe dîrokek Zapê heye. Gava din jî me anî ziman. Dema mirov dibêje Zap, hevalê Fazil tê bîra mirovan. Ew çeperên şer, wê demê hatin amadekirin ji bo îro jî tê bikaranîn û derbasdar e, ked û mejiyê avakirina wan çeperan ê hevalê Fazil bi rastî jî yê sereke bû. Bi vê wesîleyê fermandarê mezin û nemir hevalê Fazil bi rêz bi bîr tînim û minetdariya xwe tînim ziman. Em jî û temamiya gerîlayên Kurdistanê jî li ser şopa hezaran hevalê Fazil de bêteredût û bi ruhekî fedaî, bi şêwazekî afirîner li ber xwe didin. Ne Zap her der ji bo wan di navbera me û mêtingerî-dagirkeriyê de bihost bihost qada şer e. Yanî nefes bi nefes û bihost bi bihost em di nava şerekî de ne. Heval bi vî rengî şer dikin. Esas siyasetmedarên Kurd jî yên şoreşger jî, yên Tirkiyeyê jî, yên li dijî neheqî û zilmê, li dijî faşîzmê her kes, di serî de civaka me û gelê me ji bîr neke, rojane empatî bike. Ewqas hêz, dagirker bi ku ve diçe, ku kesek nabêje te gava xwe şaş avêt. Cara din jî min anî ziman, hespê xwe, şûrê xwe bêtirs li hemû deran dihejîne û gavê diavêje. Çi Sûriye, çi Iraq, çi Lîbya her wiha kesek nabêje ka bisekine, yan jî ew ne mafê te ye, tu çi dikî? Dewleta Tirkiyeyê ji vê hêz werdigire, ji vê bêdengiyê. Her wiha bi piştgiriya navneteweyî bi vî rengî tê ser gerîla. Çi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî, heta dijminekî bê pîvan û bê exlaq ku agir bi cenazeyên xwe jî dixe. Eger dijminekî wisa hovane ku agir berdide leşkerên xwe û dişewitîne, ji dest wî bê wê gelê Kurd, gerîlayên azadiyê çi neke? Mirov zanibe li hemberî hêzeke bi vî rengî têkoşînek tê dayin. Têkoşîn dewam dike. Bêguman her tişt weke ku me xwestiye wê nebe, em li hemberî hêzeke pir bêexlaq û bê pîvan û xwe baş amade kiriye re em di nava şer û têkoşînekê de ne. Lê encam negirtine, 8 sal, işareta 8 salan ew xeta Rêber Apo, gerîlayên azad, şehîdan û fermandaran wê bi ser bikeve. 8 sal vê yekê ji me re ispat dike. Ji roja destpêkê heta îro şerê di navbera me û dewleta mêtinger a Tirkiyeyê, aliyekî şer her tim propaganda ye. Yê me exlaqekî şer heye. Fermandarên me jî û rêxistina me bi giştî jî li gorî exlaqê şer ê navneteweyî û pîvan şer dikin. Bi vî rengî tevdigere û şer dike, propagandaya xwe dike. Lê dewleta Tirkiyeyê ne wisa ye. Dewleteke bê pîvan, bê exlaq û bi vî rengî tê ser me. Li hemberî dewleteke bi vî rengî em di nava şer de ne. Her roj dibêje me dawiya gerîla anî, her roj dibêje me pişta wan şikand. HPG û YJA Starê beriya demeke kurt civîna xwe ya salane lidar xistin, bi hejmareke baş çi fermandar, çi hevalên eleqedar, rojane nîqaşek û rojevek pir dewlemend û piralî pêk hat. Ev civîn bi xwe di heman demê de weke bersiva şerê li hemberî gerîla û gelê me tê dayin, bû. Rewşeke pir awarte û nefes bi nefes, her tim em di nava şer de ye, temamiya fermandariya me û hevalên eleqedar civînek wisa eger lidar xistin, tenê ev civîn bi xwe serketineke. Em pîroz dikin hevalan. Em zanin nîqaşên berfireh, kûr hatin kirin. Biryarên pir dîrokî demkî, demdirêj hatin wergirtin. Her wiha plansaziya rojane, demkî û demdirêj hatin çêkirin. Weke hêzekê weke nirxandina pratîka salekê, sînerjiyeke nû hate afirandin. Em di wê baweriyê de ne, tevahiya fermandariya me û hemû heval û gerîla, bi bingeha nîqaş, analîz û encamê civîn lidar xist û bi tecrûbeya salan wê bi roleke baştir tevbigerin. Bêguman saleke pir dijwar derbas bû. Her rojek bi fedaî derbas bû. Ne ji gerîlayên PKK’ê, kadroyên PKK’ê, HPG û YJA Starê, bi rastî ne aqil û îradeyek li hemberî dijminekî wisa hovane û teknîkê, her tiştên bê exlaq û bê pîvan bi kar tîne, hem li ber xwe dide hem jî rê nade ku ew di konsept û stratejiya xwe de bi ser bikevin. Ji ber vê jî civîna konseya fermandariyê ya HPG’ê bersivek dîrokî ye. Te dît ew dibêjin nikarin serê xwe derxînin, her roj Suleyman Soylû û kesên din wisa dibêjin ‘li stargehên xwe nikarin nefesê werbigirin’ lê belê vaye hemû hevalan, hevalên eleqedar û fermandariyê bi hev re civîn çêkir û bi rojane plansaziya xwe destnîşan kir û biryarên pêwîst wergirtin. Em spas dikin û serkeftinê dixwazin. Di heman demê de bersiva li derewên dewleta tirk a dagirker a Tirkiyeyê bû.

Li Tirkiyeyê niha krîzeke aborî heye. Ev krîza aborî ji aliyê her kesî ve her wiha ji aliyê desthilatdariyê ve jî tê ziman. Lê belê kesek behsa sedemên çavkaniya wê nake. Ev budçeya şerê li dijî gelê kurd tê meşandin heye. Çima kesek behsa vê yekê nake, çima krîza aborî bi sedemên cuda şîrove dikin?

Ma kî dikare bike? Li hember desthilatdariya AKP-MHP kî kare biaxive, rexne bike? Em dibînin rojane çi zext li ser wan tê kirin, çawa bi kesayeta wan dilîzin, bi berjewendiyên wan dilîzin, diavêjin zindanan. Her tiştî dikin. Pêşiya nîqaşê hatiye girtin. Niha civaka Tirkiyeyê, yên ku nîqaş dikin bedel didin ber çavan nîqaş dikin. Ne rewşeke normal e, rewşa şer nîqaş bikin, polîtîkayên AKP’ê nîqaş bikin. Tevî vê jî kesayetên ku nîqaş dikin hene. Ew karekî girîng dikin, divê hîn baştir dewam bikin. Aboriya Tirkiyeyê ne tenê îro, ji roja destpêkê ve her roja ku diçe girantir dibe. Yek ji sedeman şerê li hemberî gelê Kurd, li hemberî gerîlayên azadiyê ye. Ev eşkere ye. Vana ew budçe, mesrefa ji bo şer amade dikin û xerc dikin, ti carî rastiya wê ji bo civaka Tirkiyeyê negotine. Carekê Erdogan bêhemdî qala tiştekî kir. Neçar ma yan jî bêhemdî got ku ‘hûn zanin bê buhayê fîşekekê çiqas e?’ Lê belê rast nabêje. Eger rast bibêjin, ew birçîbûn, rewşa xerab a aboriyê, rewşa civaka Tirkiyeyê û bi giştî gelê Kurd jî dibe ku hinek bibêje, çi mafê me di vî şerî de heye? Tenê ji bo pirsek wisa nekeve rojevê, kesek wisa nefikire pêşî li her tiştî digire. Ji xwe ne dewleteke demokratîk e ku her tiştên xwe ji civakê re bibêje. Her tişt veşartî ye. Şerekî taybet e ji xwe. Bi rastî jî hemû referans û hemû rezervên xwe ji bo vî şerî bi kar anî. Her tişt firotin, ji hemûyan re deyndar bû, tenê ji bo guleyekê. Mesrefên rojeke bi tenê ya li Zapê dikin; ew balafir, tank û bombeyên têne bikaranîn bi qasî dinyayê ye. Ne mumkun e bandora vî şerî li ser aboriya Tirkiyeyê pir pir ne giran be. Zêdetir giran e. Ne tenê îro, weke ku min anî ser ziman ji destpêkê ve bi vî rengî ye. Lê belê îro girantir dibe û her roj fatûre ji civaka Tirkiyeyê derdikeve. Ewqas belengazî, birçîbûn, xizanî; divê civaka Tirkiyeyê zanibe ku sedema vê şer e. Paradoks, yan jî nakokî yan jî bêexlaqî ew e ku di berjewendiyên vê civakê di vî şerî de nîne. Lê belê fatûre li wan tê birîn. Ev yek li ber çavan e. Aboriya Tirkiyeyê bi salane bi sedan milyar dolar li hemberî me tê bikaranîn. Çend caran gotibûn: Eger ev şer nebûya, aboriya Tirkiyeyê herî kêm 50 qat zêdetir wê ji îro baştir bûya. 50 qat zêdetir, bifikirin ku wê rewş çawa bûya. Weke welatekî Ewropayê wê çawa bûya. Vana hemû dewlemendiyên xwe, rezervên xwe hemû derfetên xwe ne tenê ew jî, hemû kesên feqîr, nezan, nizane ji bo çi çûye leşkeriya Tirkan, nizane çima jiyana xwe ji dest dide û dimire, her tişt seferber kir. Yanî bedelê ku ew rojane didin, HPG carna eşkere dike ez bawerim tenê sala derbasbûyî, di nava salekê de nêzî 2 hezar leşkerên wan mirin. Tenê yên têne zanîn. Lê balê bidin ser; kesek nabêje çima vana mirin, çi berjewendiyên me di vî şerî de hebû? Çi sedem e ku hûn agir berdidin bedena kuştiyên me? Yan jî zarokên wan. Bêdeng in, cesaret nakin. Wexta ku ji bo canê xwe, mafê xwe, jiyana xwe, birçîbûna xwe bêdeng be, hingî kes nikare li ser serketin an jî binketina aboriya Tirkiyeyê tiştekî bibêje. Lê belê ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê demogojiyek e, her tim bîne ziman. Dibêje ‘Welat, milet, yekparebûn; wê me parçe bike, em her tiştên xwe seferber dikin’. Lê belê ne kurê Erdogan, ne yên li derdora wan kesek di vî şerî de nemiriye, ne jî tê leşkeriya Tirkiyeyê dike li ser çiyayên Kurdistanê. Lê belê yên civaka Tirkiyeyê bi kar tînin, bê fatûre. Hema dişînin mirinê. Li aliyê din jî carna tê gotin, tê pirsîn; Erdogan dema ku bû serokwezîrê Tirkiyeyê rewşa wî ya aboriyê çawa bû, ya wî û malbata wî, niha çawa ye? Her kes dibêje bi qasî dinyayê di navberê de ferq heye. Ne tenê ew jî vana weke şîrketekê, holdîngekê di nava xwe de weke AKP ji hev qut nabin. Tevî her tiştî hevdu diparêzin. Çima? Ji ber ku xirabiya hev a hemû tiştî zanin. Nahêlin ku kesek li dijî yên din biaxive, ji ber ku hemû di nava xerabiyê de ne. Dizî kirin, wan jî hinek birin. Ne derdê wan e civaka Tirkiyeyê, aborî xwe komî ser hev bike. Her kes zane, yên nizanin jî bila bibihîzin, yan jî em dibêjin her tim. Aboriya Tirkiyeyê ne nîv û nîv, di bingehê de bi esasî ji ber şerê li hemberî me ketiye nava aloziyeke kûr nikare ji nav derkeve.

24’ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermenan e. 108 sal berê li ser vê xakê kurd, ermen û gelek gelên din bi hev re diman. Lê belê ji ber mejiyê faşîst ê Îttîhat Terakkî komkujî li gelê ermen hate kirin, hatin qirkirin. Îro jî xwediyê wê dewama mejiyê faşîst îro li hemberî gelê Kurd ji aliyê çandî û siyasî ve qirkirinê tê meşandin. Bi vê wesîleyê peyama we çi ye?

Di serî de vê felaketa bi serê civaka Êzidî de hatiye şermezar dikim. Ew roj çawa qewimî, ew qiyamet li ser gelê wan çima pêk hat, kî bûn ew, kîjan mejî bûn, îro rewş çi ye; yanî dîroka xwe, dîroka civaka ermen zindî bike. Wê demê jiyana wan çawa bû, niha çawaye? Dîroka dewleta Tirkiyeyê dîroka qirkirinê ye. Kî ne li gorî berjewendiyên wan be, kî ne koleyê wan be, ne xizmetkarê wan be, kurd dibe, ermen dibe, rûm dibe her kî dibe, elewî dibe dan ber xwe û qir kirin, ferman anîn serê wan. Dewleta Tirkiyeyê xwe li ser vê ava kir. Ne ku dilê civaka ermen qezenç kiriye, ne jî yê kurd qezenç kiriye û wisa komarek ava kiriye. Li ser qirkirina gelê kurd, gelê ermen, gelên din komar hatiye avakirin. Ev rastiyeke, dîrok wisa ye. Di destpêka sedsala 20’emîn de bi sirgûn, bi 600 hezar kes tenê ji herêma Mereş, Adiyaman, Semsûr bi nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Yên mayî jî bi qirkirinê tune kirin. Yên din jî neçar man reviyan. Terk kirin yanî. Piranî tê zanîn, derketin derveyî Kurdistan û Tirkiyeyê. Ev dewleteke wisa zalim e, ne li ser nirxê mirovahiyê, demokrasî û civakî hatiye avakirin. Weke ku me anî ziman li ser qirkirina van hatiye avakirin. Heman mejî îro jî derbasdar e. Ew dibêjin, me karê civaka Ermen ji xwe qedand, ji bo wê yê mayî civaka kurd e. Yê kurd jî hewl didin bi van mejiyê Erdogan û Bahçelî ku her tişt kirin destê xwe, artêş xistin destê xwe, emniyet xistin destê xwe, dadgeh xistin destê xwe, bi navê dewletê çi sazî û rêxistin heye her tişt kirin destê xwe tenê ji bo tiştekî. Ji bo îradeya gelê Kurd bişikînin, îradeya PKK’ê bişikînin û çi anîn serê civaka ermen, bînin serê civaka kurd jî. Herî kêm gelê kurd koletiyê qebûl bike. Bêpirsgirêk desthilatdariyê qebûl bike. Armanceke welê xetere û derveyî nirxên mirovahiyê hatine ser me û dewam dikin. Dixwazin ji vê bawer bikin û xelk jî ji vê bawer bikin. Lê na, a niha tenê ew weke argûmanekê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne. Zanin ku ne mumkun e ne civaka Kurd tune bike, ne PKK’ê tune bike, ne YJA Star, ne HPG, berevajî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku em ê hîn rast nêzî mijara şer û rewşa em tê de ne bibin. Lê belê em gihîştin wê baweriyê ku me dawiya desthilatdariya 20 salan a AKP’ê aniye. Ya esasî ew hatine dawiya desthilatdariya xwe. Yek ji sedemên hovîtiya wan, ji ber vê ye. Yanî çi bikin ku karibin desthilatdariya xwe dewam bikin, argûman nemane. Mesela bibêjin em ê aboriyê sererast bikin ne mumkun e û derew e. Bibêjin demokrasî, ew ne karî îro û sibe ye. Bi tunekirina demokrasiyê li gorî xwe dikarin şer bikin. Yek argûman heye. Weke benîştekî di devê xwe de dicûn, dibêjin ‘Em ê PKK’ê tune bikin, em ê terorê tune bikin’. Dixwazin psîkolojiyeke bi vî rengî di nava civakê de ava bikin. Bi vî rengî xwe li qada navneteweyî bidin qebûlkirin. Derfetên xwe yên navneteweyî jî bi kar bînin, li hemberî me. Yanî pisporiyeke wan heye ji aliyê qirkirina civakan ve, tunekirina nasnameya ve lê em bawer in ku ew gihîştine dawiya xwe.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê re çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê di rojevê de ne û têne nîqaşkirin. Hûn nîqaşên li ser van pirsgirêkan û rewşa hilbijartinê çawa dinirxînin?

Her kes dibêje ev hilbijartin hilbijartineke cuda ye. Ne weke hilbijartinên beriya vê ne. Mirov jê re bibêje hilbijartinên sedsala Komara dewleta Tirkiyeyê ye, ne şaş e. Ewqasî girîng e. Girîngiya vê hilbijartinê ji ku tê? Ji tiştekî tê. Faşîzma AKP-MHP, desthilatdariya wan, yekdest desthilatdarî û faşîzma wan derveyî derdora xwe bandorê li her kesî dike. Ji xwe wisa ye. Faşîzm li dijî her kesên ne ji xwe ye. Ji ber wê li derveyî AKP-MHP’ê li dijî her kesî ye. Bala xwe bidin ser, di dema şerê cîhanê yê duyemîn de jî wisa bû. Bifikirin Sosyalîzma Sowyetê û Amerîka, Ewropa jî li hemberî Hîtler, Mûssolînî, Franco eniya demokratîk a berxwedanê ava kirin. Halbûkî her yek li aliyekî bû. Yek sosyalîzma reel bû, ya din serkêşê emperyalîzmê Amerîka bû. Lê belê bûn yek. Heman tişt mirov wê mercekê hinekî biçûk bike, ji bo Tirkiyeyê niha bi heman rengî ye. Faşîstekî weke Erdogan û Bahçelî, li derveyî berjewendiyên xwe û derdora xwe li dijî her tiştî ne û li dijî her kesî ne. Ji ber wê yên li dijî faşîzmê, bi rengekî objektîf nêzî hev in. Carna dibêjin, ÎYÎ Partî nizanim kî û kî û PKK jî. Em li dijî faşîzmê ne, wan jî gotine em li dijî wê ne. Realîteyeke. Çima? Eger ne wisa faşîzmeke ewqasî giran bûya, her kes wê helwesteke bi vî rengî diyar nekiribûya. Faşîzma AKP û MHP’ê gihîştiye wê astê. Niha di hilbijartinê de mijar çi ye? Bi hilbijartinê re, bi şêwazî demokratîk wê li nava şert û mercên Tirkiyeyê karibe dawî li vê desthilatdariyê bîne yan na? Îdîa ew e ku siyaseta demokratîk, yan jî siyasetmedar, partiyên din, di hilbijartinê de encamê werbigirin û bikaribin dawiya vê faşîzmê bînin û careke din bizîvirin pergala parlamenteriyê. Em vê jî bibêjin, yanî pergala parlamenteriyê jî nayê wê wateyê ku her tişt demokratîk e. Berî wê jî pergala parlamenteriyê bû. Naverok girîng e. Lê belê ya niha muhîm ew e ku ev faşîzm têk biçe. Li ser rêbaza hilbijartinê. Ji bo wê tifaq hatin avakirin. Tifaqa Millet hatiye avakirin, Tifaqa Ked û Azadiyê hatiye avakirin. Tiştên li ber çavan, işaretên heyî, çare nîne, ew desthilatdariya AKP-MHP, faşîzma wan piştî 20 salan wê têk biçe. Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê bi rastî ji bo rewşa Tirkiyeyê, pêvajoya Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke nû ye. Çima? Gelek tişt hatin ceribandin. Mînak, bi hukmê zorê, bê pîvan, bê exlaq, bi her teknîkê hate ser gelê Kurd, hatin ser PKK’ê, ser kesên demokratîk, saziyên demokratîk, civaka demokratîk. Li hemberî wan her tişt bi kar anîn lê belê encam; faşîzm têk çû. Yanî aqil vê pêwîst dibîne ku yên bibe desthilatdar heman tiştî dubare nekin. Dubarenekirina heman tiştî jî rewşeke nû ye. Ya din ji marîfeta hêzên demokratîk re maye. Ji me re maye, kî baş kar bike, xwe baş birêxistin bike, bê têkoşîn nabe. Lê belê zemînê li hemberî faşîzmê civak hîn demokratîk bibe, siyaset hîn demokratîk bibe, pirsgirêk bi şêwazên demokratîk bê çareserkirin, atmosfer, bingeha vê tê amadekirin. Ji ber wê girîng e. Eger di van hilbijartinên heyî de faşîzma AKP-MHP têk biçe, wê demê her kes wê bibêje, mîna mîladekê berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê. Ji ber ku beriya hilbijartinê desthilatdariyeke yekdest, faşîzm hebû û pergala Tirkiyeyê bi vî rengî bû. Piştî hilbijartinê wê cuda be. Ji ber wê girîng e.

Xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê yên têne meşandin hûn çawa dinirxînin?

Ji hilbijartinê re kêm ma. Her saetek girîng e, her kêliyek girîng e. Bila kesek nekeve rehavetê. Derfetên dewletê pir in, dewlet niha AKP û MHP ye. Lîstokên dewleta Tirkiyeyê pir in, ew mejî ew hafiza di destê wan de ye. Dikarin bi gelek tiştan bilîzin. Hinek ji xwe qayil û bawerin jî. Weke AKP-MHP mîna ku wê karibin bi hinek lîstikan rewşa heyî biguherînin û bi ser bikevin. Em vê meseleyê biçûk nebînin, meseleyeke pir cidî ye. Lê jê hîn cidîtir; mirov baş kar bike, pir kar bike. Bi rengekî encamwergirtinê kar bike. Mînak em di televîzyonê de dişopînin, bi taybetî ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê coşeke pir mezin heye. Pêwîste hebe. 8 sal in ev civak di bin zextê de ye, nahêle kes nefesê bigire. Di çarçoveya kampanya hilbijartinê de derî bi derî, gund bi gund û tax bi tax divê li her derê bigerin, xwe belav bikin. Tenê bi vekirina buroyên hilbijartinê, govend, slogan, her kes deşarj bibe û bibêje me karek kir, eger bi wê sînordar bin hingî xeterî ye. Hem jî pir xetere ye. Bîlakîs divê 24 saetan bixebitin, her yek li gorî rewşa xwe. Mînak jin, divê her rojê ji xwe bipirsin; em îro çûn çend malan, me ziyaret kir, çend gund, tax me ziyaret kir. Bi vî rengî bi plan bikevin nava civakê. Mînak ciwan; biherikin, 24 saetan bixebitin. Li gund, bajar, bajarokan bixebitin. Tenê bi vekirina buroyan nabe. Bêguman hilbijartin bawerî, ji xwe bawerî, motîvasyon divê. Ev yek heye, ev baş e. Yanî işaretên baş e, rengekî baş e. Lê tenê bi wê sînordar be wê ne bes be. Ji ber wê propaganda, ajîtasyon divê, her wiha divê mirov rastiya xwe jî nîşan bide. Ew derfet hene, propaganda, ajîtasyoneke xurt a rojane divê bê kirin. Weke min anî ziman, bikevin nava civakê, xwe bigihînin her kesî. Hemû beşên civakê, eşîr, ol, malbat, kesayet, kesekî xwe negihandine û neaxivîne divê nemîne. Ez di wê baweriyê de me, xerabiyên AKP-MHP’ê her kî be, eger mirov be ji wî re bê gotin ku çi xerabiyê dikin, çi zilmê dikin, çi durûtiyê dikin, ne mumkun e ku ew mirov bandor nebe û fêhm neke. Di rastiya mirov de ew heye. Wê wate bidê û bandor bibe. Lê belê kar pêwîst e. Weke ku me anî ziman her kes ji xwe bipirse; îro min çi kar kir. Ne tenê bi govendê, min çend mal, çend kes qezenç kir, çûm çend gund û navçeyan? Bi vî rengî bi 24 saetan dagirtî karê xwe bike. Ev nêrîna me ye. Bêguman siyaseta demokratîk, Tifaqa Ked û Azadiyê herhal ew jî nîqaş dikin. Lê eger em ê li ser hilbijartinê biaxivin dikarim vê bibêjim. Bala xwe bidinê, di vê hilbijartinê de kelecana AKP’ê nîne, wisa gurgura Erdogan nîne, weke berê nîne. Di heman demê de sar e. Baş e, divê mirov vê baş bi kar bîne. Tifaqa Millet jî li qada xwe karê xwe dimeşîne. Lê belê ya Ked û Azadiyê weke ku min anî ziman divê hîn çalak, piralî, bênavber karê xwe bimeşîne.

Hefteyeke din 1’ê Gulanê roja Karker û Kedkarên li Cihanê ye. Girîngiya îsal a roja karkeran ji bo Tirkiye, bakurê Kurdistanê çi ye? Her wiha peyama we ji bo wê rojê çi ye?

Meha Gulanê ji bo cîhanê, te dît 1’ê Gulanê xwedî wate ye û rojeke girîng e. Lê belê meha Gulanê ji bo partiya me û tevgera me cihekî taybet heye. Weke meha şehîdan e, di şexsê hevalê Hakî Karer û Halîl Çavgûn şehîdên 18’ê Gulanê, bi giştî jî meha Gulanê meha şehîdan e. Em wisa pênase dikin û wate didin, dinirxînin. 1’ê Gulanê jî roja karker û kedkarên cîhanê ye, ku bi xebat, têkoşîn, bi bedel hatiye qezençkirin. Rojeke bi rûmet e, di serî de pîroz dikim. Şehîdên ji bo qezençkirina vê rojê bi rêz bi bîr tînim. Her wiha sala 1978’an li Stenbolê pîrozbahiya 1’ê Gulanê de şehîdên wê demê hatin dayin jî bi rêz bi bîr tînim û dagirkerî û mêtingeriya dewleta Tirkiyeyê şermezar dikim. Weke min anî ziman meha Gulanê ji bo partiya me meha şehîdan e, lê 1’ê Gulanê, piştre 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin îdamkirin. Her wiha 6’ê Gulanê 1996 komplo li ser Rêber Apo li Şamê hate xwestin pêk bê, bi ser neket. Tê zanîn li hemberî komployê hevala Zîlan yekemîn di dîroka me de di wê astê de çalakiyeke fedaî pêk anî. Mirov ji ku ve lê dinihêrin meha Gulanê girîng e, lê 1’ê Gulanê jî weke min anî ziman rojeke cîhanî ye. Roja berxwedanê ye. Bi berdêldayin û berxwedanê ev roj hatiye qebûlkirin. Bi îrade û biryara enternasyonalîzma duyemîn. Ji hingî ve tê pîrozkirin. Li hember kedxwaran, li hember neheqiyê, zilmê hemû karkerên cîhanê mejiyê xwe, îradeya xwe, helwesta xwe dikin yek, paşeroja xwe bi hev re pêk tînin, dengê xwe bilind dikin. Em careke din pîroz dikin. Îsal 1’ê Gulanê li Tirkiye û Kurdistanê wateya wê weke her tiştî hinekî cuda ye. Cudatiya wê ji pêvajoyê ve girêdayî ye, pêvajoya em tê de ne. Pêvajoya em tê de ne, piştî demeke kurt hilbijartin wê pêk were. Me girîngiya hilbijartinê anîn ziman, di dîroka Komara Tirkiyeyê û Kurdistanê de. Ew 1’ê Gulanê jî di wê astê de girîng e. Bandora 1’ê Gulanê li ser siyaseta Tirkiyeyê heye û wê teqez li ser hilbijartinê jî hebe. Hemû karker, kedkar, jin, ciwan, hêzên azadîxwaz û têkoşer, civak bi giştî bi hev re di vê rojê de weke wateya tê dayin bijîn û weke rojeke berxwedanê û nîşandana helwestê wateyê bidin. Di asteke pir bilind de li her derê û girseyî pîroz bikin. Weke helwest li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê weke helwest bê nîşandan. Ez di vê baweriyê de me, realîte û rastî ji xwe ew e. Yê ku herî zêde ji faşîzmê zerarê dibînin, rojane di jiyana xwe de dijîn, yên xwedî ked in, keda wan tê talankirine. Ji ber wê hemû karker, kedkar û hemû civak bi xwe bawer û bi kêfxweşî, bi moralekî pir bilind zanibe ku rola vê rojê, bandora vê rojê wê li ser 14’ê Gulanê hebe. Bi vê têgihiştinê roja 1’ê Gulanê pîroz bikin. Bi ruhê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înanan û her kes zanibe ku eger rol bilîze ku di vê rojê de wê bandora wan di têkçûna AKP-MHP’ê de hebe. Bi vê wesîleyê ez careke din vê rojê li her kesî pîroz dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar