Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

CPT pergala îşkenceyê ya Îmraliyê mayinde dike

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT ya Tirkiyeyê û neçûyîna li Îmraliyê daxuyanî da û diyar kir ku CPT pergala îşkenceyê ya Îmraliyê mayinde dike

Heyetek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Kiryarên Xerab a Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 11-25’ê çileya 2021’ê de serdana Tirkiyeyê kir lê neçû Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî vê serdanê daxuyaniyek da û got ku kêmasiyeke ku CPT neçû Îmraliyê û nêrîna parêzeran wernegirt.

Daxuyaniya parêzeran wiha ye:

“Bi wesîleya agahiyên ku CPT û Wezareta Edaletê bi rêya çapemeniyê parve kir, em hîn bûn ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji bo hin hevdîtinan di navbera 11-25’ê çileyê de li Tirkiyeyê bû. CPT ragihand ku di vê serdanê de hin navendên destgîrkirinê yên Wezareta Karên Hundir, beşek ji girtîgehên Wezareta Edaletê hatine ziyaretkirin hevdîtinên burokratîk hatin kirin. CPT her wiha diyar kir ku hin mijarên di rapora serdana beriya niha de ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê, xistiye rojevê.

Di destpêkê de em dixwazin bêjin ku serdana CPT ji bo sazîbûna hiqûqa mafên mirovan û pêşîgirtina li îşkencê ya li Tirkiyeyê girîng dibînin. Em hemû serdan û hevdîtinên CPT bi vî rengî dinirxînin. Li gel vê yekê em dixwazin bûyer û tespîtên di serdana dawî ya 6-17’ê gulana 2019’an de kir û di rapora 5’ê tebaxa 2020’î de parve kir, bi bîr bixînin.

Bi kurtasî CPT di rapora xwe ya 5’ê tebaxa 2020’î de diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ‘cezakirina di nava ceza’ de ye, nayê qebûlkirin, cihê fikar û gumanan e û ji hikumeta Tirkiyeyê xwestibû ku dawî li van kiryaran bîne. Bersiva pratîkî ya hikumeta Tirkiyeyê jî; li şûna ku li gorî pêşniyarên raporê guhertinên erênî bike, di 7’ê Îlonê de axaftina bi telefonê û di 23’ê Îlonê de jî hevdîtina bi parêzeran re, her wiha di 30’ê Îlonê de jî mafê hevdîtina bi malbatê û wasî re qedexe kir. Bi gotineke din, têkiliya bi Îmraliyê re bi rengekî mutleq asteng kir û bi vî rengî tecrîda li Îmraliyê kûrtir kir.

Li ser vê yekê me ev rewş ji CPT re ragihand, her wiha li gel serlêdanên me yên li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna pêwîstiyên raporê me serî li Wezareta Edaletê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dan. Lê belê di vê mijarê de ne gavek hatiye avêtin ne jî bersivek hatiye dayîn.

CPT a ku yek ji mekanîzmaya mafên mirovan a navneteweyî ye di nav welatên endamên Konseya Ewropayê de duyemîn girtîgehek tuneye ku ew mûxatabê wê yê tecrîd û îşkenceyeke bi îstîkrar e. Vê pêkanîna ku pergaleke îşkenceyê ye, di biryara dîroka 2014’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bi zelalî tê diyarkirin. Ev rewş di 8 serdanên CPT’ê tên di Girtîgeha Îmraliyê de hatine tespîtkirin ku ev serdan ji sala 1999’an û heta niha hatine kirin.

Ji ber van sedeman di serdana CPT’ê de ya ku di sala 2021’an de kiriye, ligel ku derbarê Girtîgeha Îmraliyê bal kişandiye ser îşkenceyê jî, li gorî me kêmasî ye ku neçûye serdana Girtîgeha Îmraliyê û di vî warî de bi parêzeran re rûneniştiye. Ew jî dizanin ku piştî serdana malbatê ya di 3’ê adara 2020’an de ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê tu destûr nehatiye dayîn, piştî hevdîtina bi telefonê ya di 27’ê nîsana 2020’an de jî bi tu awayî agahî nehatine stendin û bi biryarên qedexekirinê re tecrîd girantir bûye.

Em dixwazin bi bîr bixînin ku saziyên navneteweyî ji bo domandin û mayîndebûna Pergala Tecrîd û Îşkenceyê ya Îmraliyê ya ku pêkanîn wisa lê hene, bûne wesîle.

Girtîgeha Îmraliyê ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewropayê ye û li wê derê hiqûq tune. Divê ev pêkanînên bêhiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê roj berî rojekê bi dawî bibe. Bi wesîleya vê geşedanê em careke din bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û divê raya giştî bihistyar be.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar