Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

CPT: ‘Şert û mercên Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne!

Faîk Yagizay, anî ziman ku CPT ji bo têkiliyê xwe bi Tirkiyê re xera neke, li dijî bêhiqûqa Îmraliyê bêdeng dimmîne û raporê xwe aşkere nake û wiha got: “CPT'yê ku rapora xwe ya der barê Îmraliyê de aşkere nake, gotin: "Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne." 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de ye, 29 meh in tu xeber nayê girtin. Her wiha serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî esas nayên girtin û di bin navê “cezayê dîsîplînê” de tên redkirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî vê tecrîdê gelek caran serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) daye. Parêzerên Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de herî kêm 49 caran serî li CPT’yê dane û di hemû serlêdanan de jî xwestine ku CPT berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

Her wiha ji bo şikandina tecrîda mutleq a li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin berhevkirin, radestî CPT’yê û Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin kirin. Lê belê hê jî CPT û OHCPR tevnegeriyane.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay ku dem bi dem hevdîtinê bi CPT’yê re dike, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta CPT’yê nirxand.

CPT ji bo têkiliyê xwe bi Tirkiyê re xera neke raporê aşkere nake

Yagizay destnîşan kir ku pergala tecrîda mutleq a ku Tirkiyeyê ew kûr kiriye li dijî hiqûqê ye û got ku dewlet bi vê tecrîdê re qanûnên xwe binpê dike. Yagiz destnîşan kir ku hêzên navneteweyî tecrîdê pesend kirine û ji bo helwesta CPT’yê jî ev tişt gotin: “CPT, rapora xwe ya der barê welatê têkildar de, tenê dikare bi pesendkirina wî welatî re aşkere bike. Em li Ewropayê 2-4 mehan carekê miheqeq hevdîtinê bi rayedarên CPT’yê re dikin. Me ev helwest ragihand wan, lê belê divê CPT rîska ku têkiliyên xwe û wî welatî xira bike wergire. Mesela herî dawî ji me re gotin, ‘Em nikarin wê rîska ku em pêwendiya xwe ji Tirkiyeyê qut bikin bigirin. Lewma heya ew nebêjin em nikarin raporê aşkere bikin.’ Lê ger Tirkiye kar û barên CPT’yê pûç bike, CPT dikare raporê aşkere bike. Ji lew re rapor li cem wan e.”

Yagizay bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got ku pergala Îmraliyê jî pergala hêzên navneteweyî ye.

‘Pêwîste kurd û dostên xwe zextê li Yekîtiya Ewropa û saziyên wê bike’

Yagizay dubare kir ku gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT’yê re kirine û got: “Tiştên ku ew dibêjin û yên me pir nêzî hev in. Tew hema bibêje wekhev in. Û gelek caran dubare dikin. Bi piranî dibêjin, ‘Em li ser meseleyê disekinin. Em û Tirkiyeyê di vî warî de nîqaşan dikin.’ Mesela tespîtên xwe yên der barê tecrîd û şert û mercên Îmraliyê de yên di rapora 2019’an de, dubare dikin û dibêjin, ‘Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ji bo pêşîgirtina vê em diyalogê datînin.'”

Yagizay anî ziman ku ger tecrîd bê rakirin dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk û got ku ji bo vê jî divê di serî de gelê kurd û dostên wan zorê bidin Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên wê û ji bo vê çalakiyan li dar bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar