Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

CPT û Konseya Ewropayê divê demildest dawî li tecrîdê bînin

Konseya Rêveber a KNK'ê ji CPT û Konseya Ewropayê xwest ku bi erka xwe rabin, dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û derfetên ji bo hevdîtinê biafirînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamên civîna xwe ya 14-15’ê Çileya 2023’an bi daxuyaniyekê aşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, civîna konseyê bi beşdariya piraniya endaman piştî civata giştî ya 21’emîn hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de nirxandin li ser rewşa siyasî ya li cîhanê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê hatin kirin.

Hate ragihandin ku konseyê li gorî peyman û peyreva xwe, erk û berpirsyariyên komîsyon û komîteyan destnîşan kiriye û hate gotin, “Nirxandinên siyasî bi aweyekî berfireh li ser rewşa siyasî, civakî û aborî ku li cîhanê, Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê rûdane hate rawestin û analîz hatin kirin. Ev civîn hin taybetmendiyên xwe hebûn. Hin ji wan taybetmendiyan yek jê berdewamiya raperîn û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê ku her diçe berberfireh dibe û li tevaya Îranê belav bûye, ya ku bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ketiye rojava cîhanê ye.”

Di dewama encamnameyê de wiha hate gotin:

“Taybetmendiyek din ew e ku dewleta dagirker a tirk êrîş, gef û tehdîdên xwe li hemberî destketiyên Rojavayê Kurdistanê yên bêperwa berdewame û dixwaze bi tevahî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Di heman demê de êrîşen dewleta dagirkir a tirk li ser Başûrê Kurdistanê jî berdewame û di van êrîşan de bi kar anîna çekên kîmyawî, yên ligor peymanên navdewletî qedexe kiriye.

Di asta navdewletî jî de pirsên weke şerê Ukraniya-Rusya, endametiya du welatên Skandînavya û helwesta Tirkiyeyê, krîza aborî ku bandora xwe li seranserê cîhanê dike mijarên nirxandin û analîza bûn. Konsey bi taybetî li ser bandora şerê Ukranya û Rusya ku em vî şerî weke şerê cîhanî sêyem yê berfirehbûyî bi nav dikin ku bandora wê li ser rewşa siyasî, aborî û ewlekariya pirsa kurd û Kurdistanê û ya cîhanê kiriye rawestiya. Bê şik û guman bandora şer metirsîdarî li ser herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê jî kiriye. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk bi aweyekî bêperwa û bêexlakî dixwaze sûdê jê wergire ku şerê xwe yê topyekûn li hemberî kurdan rewa bike. Li hêleke din dixwaze ku pirsa serlêdana Swêd û Finlandiyayê ji bo endamatiya NATO’yê bike mijara bazarê li ser pirsa kurd ku li gor xwe encamekê bi dest bixe. Di heman demê de dixwaze mijara endametiya Swêd û Finlandiya ji NATO’yê li gel Emerîkayê jî bike mijara bazerê, da ku kurdan bê dost û heval bihêle.

Konseya KNK’ê bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê, ku ber bi helbijartinên giştî ve diçe û bi berfirehî êrîşên li hemberî siyasetmedar û çalakvanên siyasî li bakurê Kurdistanê zêde kirine û dixwaze gelê kurd û têkoşîna azadiyê lawaz bike. Bi taybetî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi ti rengî nirxên demokrasiyê nehiştiye, rejîma diktator a AKP-MHP’ê bi aweyekî sistematîk li hemberî gelê kurd, ziman û çanda wî qedexe dike û hebûna kurd red û înkar dike.

Li gel vêya jî êrîşen xwe li ser başûr û Rojavayê Kurdistanê, Şengal û wargeha Mexmûrê berfireh kiriye û her cûreyên çekan, ku di nav de çekên kîmyawî jî bikar tîne. Gef û tehdîdan li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û amadekeriyên dagirkiriyeke nû dike. Deweleta tirk dixwaze di bin siya vê rewşa aloz a cîhanê de sûd wergire û bi her şêwazî êrîşî destketiyên kurd dike, ku bi tundî ji holê rake.

Civîna konseyê bal kişand ser bê istikrarya siyasî ya li tevaya Iraqê, aloziyên li başûrê Kurdistanê û tehdîtên li ser Şengalê. Peymana 9 cotmeha 2020 ku ji aliyê desthilatdariya PDK’ê, hikumeta navendî ya Iraqê û bi tevlêbûna dewleta tirk gihîştiye astek gelekî metirsîdar ku dixwazin gelê me yê Êzîdî li Şengalê bêstatu bihêle hate rawestîn û da diyarkirin, ku em bi tê şêwazî çareseriyek bêyî îrade û tevlêbûna gelê me yê Êzîdî qebûl nakin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman şêwazî zordariyek tund li hemberî serhildan û raperînên gelê me yê Rojhilat pêk tîne û rewşa rojhilatê Kurdistanê jî gelek aloz e. Konsey dixwaze ji bo raya giştî ya her çar beşên Kurdistanê bide xuyakirin ku em di qonaxek gelekî metirsîdar û hesas de derbas dibin, gef û tehdîdên gelek cidî li hember destketiyên me hene û bi pêwîst dizana ku herkes di vê qonaxê de bi mesûliyetke cidî li erkên xwe xwedî derkeve û bi mesûliyetî tevbigere da ku em karibin yekrêziya xwe pêk bînin.

Konsey bi taybetî li ser rewş û tecrîda li dijî rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan jî rawestiya û bangewaziyê li saziyên navdewletî yên weke, CPT û Konseya Yekîtiya Ewropayê dike ku bi erkên xwe rabe, bi mebesta dawîanîna li tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û derfetên hevdîtinan ên ligel malbat û parêzerên wî pêk were.

Weke ku Konseyê beriya niha jî dabû diyarkirin ku KNK di pêvajoyeke xwe nûkirinê de ye û amadekariyên xwe di her warî de dike. Civata giştî ev mijar xistibû rojeva xwe û guhertinên pêwist pêk anîn. Bi mebesta cî bi cîh kirina van guhertinan de, konseyê nirxandinên berfireh û cidî, di warê  Peyman û peyrevê, struktur û guhertinên di belgeya stratêjîk a KNK’ê de pêk anî. Konsey di wê baweriyê de ye ku piştî van guhertinan wê Kongreya Netweyî û Niştiman hîn bi hêztir û temsîliyeteke hîn berfirehtir bike û wê karibe bibe bersiva pêwîstiya gelê Kurdistanê, da ku hemû katagoriyên civaka Kurdistanî bi her pêkhatiyên xwe pêk bîne. Baweriya Konseyê ew e ku hemû derfet û îmkanên me hene ku vêya pêk bîne.

Konseyê di roja duyem de bi berfirehî tevî civîna komîteya diplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û komîteya kar û çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê bû, li ser kar, xebat û plansaziya komîtê şirove kirin û haziriyên xwe di ber çavan re derbeskirin.

Konseyê di dawiya civîna xwe de bi pêwîstî dît û dizane ji bo ku em di kar û xebata xwe de bi ser kevin, xwedî israr û îrade bin û ev jî li gel me heye. Ji bo serketinê jî divê herkes bi şêwazekî seferberiyê kar bike û bi vê mebestê jî gelek biryarên giring, hem li ser plansaziya kar û xebatên KNK’ê yên şeş heyvên pêş me û li ser xebatên sedsaliya peymana Lozanê hatin girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar