Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu, 28 sal berê hate windakirin. Çavkaniyeke nûçeyê li Babaoglu digere û dibêje; “Li Sêweregê nûçeyek heye û bi lezgînî were vê derê.” Li ser vê yekê, Babaoglu di 12’ê adara sala 1994’an de diçe Sêweregê û êdî venegeriya. Du roj beriya ku were windakirin, derheqê endamên eşîra Bucakan de bi sernavê “Vaye cerdewanên tecawizkar” nûçeyek amade kiribû û ev nûçeye bûbû manşeta rojnameyê. Di nûçeyê de Babaoglu digot ku endamên eşîrê bi ser mala mamosteyan de girtine û destdirêjî kirine.
Babaoglu, di sala 1975’an de li Sêweregê ji dayik bû û piştî ku Dibistana Amedehî ya Bazirganiyê ya Rihayê xelas kir, di rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi rojnamegeriyê kir. Kekê Babaoglu, Cemal Babaoglu wiha qala birayê xwe dike: “Em xwîşkek û 6 bira ne. Nazim, ji bo me her tim weke birayê herî biçûk ma. Bo me, ew di her wî emrî de ma. Xwendekarekî zîrek bû. Hewl dida karê xwe pir baş bike. Hevalekî baş bû.”
Her di 19 saliya xwe de ma
Babaoglu, li buroya rojnameyê ya Stenbolê xebitî û weke nûçegihan vegeriya Rihayê. Ji navenda bajêr heta navçe û gundan, li kîjan deverê nûçeyek hebûya Babaoglu demildest diçû wê derê û nûçeya xwe çêdikir. Xeyala Babaoglu ew bû ku bibe “rojnamegerekî pispor ê Rojhilata Navîn.” Demek piştre li ser banga; “Nûçeyeke girîng heye” diçe Sêweregê. Kek Babaoglu dibêje ku birayê wî ji wê rojê heta niha di çavê wan de her di 19 saliya xwe de ma. Malbata Babaoglu aqûbeta zarokê xwe ji waliyê Rihayê yê wê demê Tevfîk Ziyaettîn Akbulut pirsiya ku piştre bû parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê serdemên 22,23 û 24’emîn. Her wiha serî li Wezareta Karên Hundir jî da. Kek Babaoglu dibêje ku rayedaran wê demê ji wan re digot; “li cem me nîne” û wiha domand: “Lê dîsa jî şahidên bûyerê derketin holê û tiştên ku dizaniyan bi dozger re parve kirin. Lê ev gotin tenê di dosyayê de man.”
Çatli li TEM a Rihayê ye!
Babaoglu, da zanîn ku gumanên wan ji cerdewanên eşîra Bucakê hebûn û ev agahî parve kirin: “Piştre bi axaftinên şahidan re ev gumanên me pişrast bûn. Lê dozger, derheqê yek kesî de jî lêpirsîn neda destpêkirin. Lewma jî me bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Demekî kin piştre jî Şaxa TEM’ê ya Rihayê bangî bavê min kir. Li wir gef li bavê min xwarin. Xwendin û nivîsandina bavê min nîne lê kaxiz bi wî dan îmzekirin. 2 meh piştî vê bûyerê, doza li DMME’yê ket. Du sal piştî vê bûyerê, bavê min dema televîzyon temaşe dikir dît ku kesê gef li wî dixwarin, Abdullah Çatli ye ku ji ber Komkujiya Bahçelîevlerê 7 caran cezayê îdamê lê hatibû birîn û lêgerîna wî hebû. Tevî vê rastiyê jî ev kes bi rehetî diket TEM a Rihayê û ferman dida polîsan. Çatli çêr dikirin û digot; ‘em ê zarokê te bibînin.’”
Dewletê lêkolîn nekir
Dema Babaoglu hatiye windakirin hêj 19 salî bû û tu carî nehat zanîn bê ka çi bi serê wî hatiye lê kesên ku di dema windakirina Babaoglu de karmendên dewletê bûn, payeya wan hate bilindkirin. Di dema windakirina Babaoglu de Tansû Çîller serokwezîr, Nahît Menteşe wezîrê karên hundir, Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê û serokeşîrê Bucakan Sedat Bucak jî parlamenterê Partiya Rêya Rast (DYP) bû. Yek ji kesên ku serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi gotina “ne rojnameger lê terorîst in” hedef nîşan dida jî Nazim Babaoglu bû. Babaoglu di serdemeke ku Demîrel digot; “Li qeraxê çemê Feratê mîyek jî winda bibe, berpirsyarê wê ez im” de hate windakirin. Dewleta ku berpirsyariya windabûna mîyekî li xwe digirt, dosyayên dozê yên bi hezaran mirovan û rojnamegerên hatine windakirin, girtin. Cemal Babaoglu, anî ziman ku Demîrel, Agar û Çîller bi hev re “hikûmeta terorê” ava kirine û wiha pê de çû: “Li hemberî demokratên vî gelî teror dikirin. Lewma jî dewletê aqûbeta kesên windakirî ne pirsiya. Jixwe divê mirov li benda edaleta van jî nesekine.”
Emrê wê bi têra dîtina edaletê nekir
Dayika Babaoglu, Makbûle Babaoglu di çalakiyeke Dayikên Şemiyê de vê pirsê ji dewletê dike; “Heta ku hûn hestiyên kurê min nedin, gelo dê vê aştiyê çawa bikin?” Emrê dayika Makbûle bi têrî dîtina edaletê nekir. Di sala 2017’an anku di 80’ê saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza dayika Makbûle ew bû ku gorekî kurê wê hebe. Kek Babaoglu anî ziman ku dayika wî tu carî dev ji lêgerîna birayê wî berneda û wiha dom kir: “Her cara ku rayedaran jê re digot; ‘em kurê te nabînin’, wê digot; ‘wê demê cenazeyê wî bidin min qet nebe bila gorekî wî hebe.’ Dayika min êdî qaneh bûbû ku kurê wê êdî venagere lê ji bo ku kesekî din heman tiştan nejî, dev ji têkoşîna xwe berneda. Digot; ‘bila goreke me hebe’ û bi vê daxwazê jiyana xwe ji dest da.”
‘Bila êdî kesek van êşan nejî’
Cemal Babaoglu, destnîşan kir ku di şexsê birayê wî de çapameniya azad hedef hate girtin û wiha bi dawî kir: “Wê demê çetetî zêde hebû. Dewleta terorê hebû. Tiştên ku diviya nehatibûna nivîsandin, dihatin nivîsandin. Ji bo ku tirs û sehmê belav bikin, rojnameger dihatin revandin û qetilkirin. Ev 28 sal derbas bûn lê em dibînin ku çapemeniya azad hîn xurtir bûye. Kesên ku Nazim qetil kirin, negihiştin mirada xwe. Em keyfxweş in ku pênûsa Nazim li erdê nemaye. Nazimek çû lê bi dehan Nazimên din hatin û dibin dengê gel. Dilê Nazim êdî rehet e. Weke malbatê jî em ê tu carî wî nedin jibîrkirin. Pirtûka, ‘Dibêjin ku tu windayî’ (Kayıpsın diyorlar) ku jiyana birayê min vedibêje û di sala 2006’an de ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatibû derxistin, di salvegera 28’emîn de dîsa hat çapkirin. Ji bo ku keseke din van êşan nekişîne, divê dewlet bi xwe hevrû bibe. Welatek nikare salên duvdirêj bi windakiriyan re bijî. Di bingeha pirsgirêkên sed salî de jî pirsgirêka kurd heye. Hewceye dewlet dev ji polîtîkayên nîjadperest û yekperest berde.”