Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cûdî: Em ê heta dawî bi hevalên xwe yên têdikoşin re bin

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî got ku: “ Em di wê baweriyê de ne ku em ê di şexsê hevrê Sara, Fîdan û Leyla de serkeftinê bi dest bixin û hevrêyên xwe yên şehîd ên di şerê tunelan de li ber xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin.”

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’yan li paytexa Fransa Parîsê hatin kuştin. Heta niha kujer ji alî dewleta Fransayê ve nehatiye dîtin an jî nexwastine bibînin. Bi hezaran jinên şoreşger ji bo tola vê komkujiyê hilînin li çiyayên azad yên Kurdistanê li ber xwe didin.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî der barê Komkujiya Parîsê de axivî û got: “Di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hemû hevrêyên xwe yên ku di oxira şoreşê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Cihê hevrê Sara ku yek ji wan pêşengên yekem ya rêxistana me ye, cuda bû. Hevrê Sara ku yek ji rêhevalên yekem ên Rêber Apo bû xwedî helwesteke berxwedêr bû. Dema em li dîroka zindanan a PKK’ê dinêrin, hevrê Sara li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin nîşan da. Weke jin li hemberî her cure îşkenceyên qirêj li ber xwe da. Hevrê Sara berxwedana xwe di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyana min her tim şer bû’ bi zelalî aniye ziman. Jiyana hevrê Sara her dem bi şer bû, li hemberî tu kesî serî netewand û li dijî faşîzmê xwedî helwesteke zelal bû. Ev şêwaza wê ya berxwedanê ji bo me bûye mîras. Û em jî di vê rêyê de her dem li xwe dipirsin û têdikoşin. Hevrê Sara di nava rêxistinê de gelek ked daye.”

‘Hevrê Sara jineke ku gihaştiye azadiyê ye’

Gerîla Avaşîn Cûdî diyar kir ku hevrêtiya Sara û Rêber Apo rasteqîn bû û got ku hevrêtiya nîşaneya heqîqetê bû. Gerîla Avaşîn Cûdî anî ziman ku ji ber ku Rêber Apo di bin bandora berxwedêriya hevrê Sara de mabû wêneyê wê li odeya xwe daliqandibû û wiha domand: “Ev jî çi nîşan dide; em dikarin hevrê Sara weke jineke ku gihaştiye azadiyê bi nav bikin. Dema ku em niha lê dinêrin di şexsê hevrê Delal, Leyla, Sorxwîn û Şîlan û bi hezaran hevreyên me ku di rêya hevrê Sara de dimeşin; di vê rêyê de bedel dan û fedakariyên mezin kirin. Hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne hevrê Sara ji xwe re kirine mînak û di vê têkoşînê de roleke mezin lîstine. Hevrêyên jin ên ciwan ku di mewziyên berxwedanê de li ber xwe didin înada azadiyê ya hevrê Sara ji xwe re dikin mînak û li hember dewleta tirk a dagirker li ber xwe didin. Û hevrêyên me yên ku di vê rêyê de li ber xwe didin her dem bi ser dikevin. Ji ber ku ev ji bo me wezîfeyeke pîroz e.”

‘Hevrêtiya bi Rêber Apo re’

Gerîla Avaşîn Cûdî anî ziman ku berxwedana li zindana Amedê vîna faşîzmê şikandiye û wiha berdewam kir: “Kujerê ku weke Esat Oktay tê binavkirin, nedîkarî vîna hevrê Sara bişkîne. Berovajî berxwedana hevrê Sara Esat Oktay têk biriye. Ev berxwedana bêhempa ne tenê Esat Oktay, dewleta tirk jî têk biriye. Îlhama vê berxwedanê hevrê Sara, ji Rêber Apo stendiye. Ev nîşan dide ku hevrêtiya Sara ya bi Rêber Apo re hevrêtiyeke rasteqîn bû. Ev dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re di têkiliyên wê yên bi raya giştî re jî xwe aşkere dikir. Helwesta wê ya di nav civakê de bi hezkirin û rêzgirtinê dihat pêşwazîkirin û di nav gel de kesayetek ku dihat hezkirin. Di vî warî de şehadeta hevrê Sara bandorek mezin li ser gel çêkir. Li gelemperiya cîhanê sempatiyek mezin ji bo hevrê Sara pêk hat û jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin hevrê Sara weke pêşenga xwe dibînin.”

 ‘Em ê heta dawî bi hevalên xwe yên têdikoşin re bin’

Gerîla Avaşîn Cûdî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me serkeftinê daye ber xwe, heta ku em bi ser kevin em ê têbikoşin. Di serî de peywîra me şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku em deyndarê Rêber Apo ne. Bi hezaran lehengên me yên ku wî afirandiye hene. Mînakên herî şênber yên vê yeke jî hevrê Sara, Zîlan, Bêrîtan, Delal û Leyla ye. Em weke şopdarên wan soza şopandina rêya van hevrêyên xwe yên ku Rêber Apo wan bi me re daye naskirin. Di dawiyê de, em dikarin vê yekê bibêjin. Em berxwedana hevrêyên xwe yên ji bo Rêber Apo di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirine silav dikin. Û em heta dawiyê bi wan re ne. Ev banga min ji bo ciwanên kurd e ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Ji ber ku yên ku dê faşîzmê bişkînin û pêşengiya vê şoreşê bikin ciwan in. Em heta dawiyê piştgiriyê didin ciwanan û li vir çi ji destê me tê em ê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di şexsê hevrê Sara, Fîdan û Leyla de serkeftinê bi dest bixin û hevrêyên xwe yên şehîd ên di şerê tunelan de li ber xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar