Rojnameya Cumhuriyetê, nûner û nûçegihanê xwe yê Amedê yê 22 salan Mahmût Oral ji kar derxist
Rojnameya Cumhuriyetê, nûner û nûçegihanê xwe yê Amedê yê 22 salan dixebitî Mahmût Oral ji kar derxist. Di nivîsa ji serwîsa personel a rojnameyê ya ji Oral re hat şandin de, hat diyar kirin ku ji ber pêdiviyên kar û şirketê, karsaziya wê hatiye betalkirin. Oral da zanîn ku hincetek aşkera nehatiye destnîşankirin û di serdemek herî gihiştî û berhemdar de, ji kar derxistin, ew xemgîn kiriye. Oral, di heman demê, Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê jî bi rêve dibe. AMED