Li gorî nuçeya yek hevok a yek rojnameya Huriyet a Tirkiyeyê, di 7’ê tebaxa 2021’an de Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn, bi gerek bêdengî, li Enqereyê bi R.T.Erdogan re 40 xulekan rûniştiye! Her ewqas, ji bilî vê jî tu agahî nîne. Jixwe gotine ‘hevdîtinek ji çapemeniyê re girtî pêk hatiye.’
Piraniya hevdîtinên di navbera Tirkiye û Iraqê de, li ser dijberiya kurd û Kurdistanê ye. Vê armanca xwe jî, bi çend gotinên gilover wisa diyar dikin; “Em ji bo ewlekariya welatên xwe, li dijî terorê û hinek jî li ser bazirganiyê û hwd. axivîn.” Lê planên xwe yên xetere helbet veşartî dihêlin, dernaxin der.
Ji bo vê carê jî wisa pêşbînî heye ku li ser hinek karên xeter li hev rûniştibin.
Dema ku mirov bala xwe dide daxuyaniyên hinek kesan û bi taybetî jî yên Fuad Huseyîn, ev gera wi ya Enqereyê bêhtir balê dikişine ser xwe. Beriya 3-4 rojên gera xwe, li gel Zeman Press gotibû; “Tu peyman li gel Tirkiyeyê nîne ji bo karibe derbasî xaka Iraqê bibe!”
Di axaftinên xwe de dewam dike: “Erê di sala 1980’an de peymanek ji bo zemanekî kurt di navbera wezaretên derve de pêk hatibû. Ev peymana di navbera wezîrên her du dewletan (Iraq û Tirkiye) de pêk hatibû lê ne li dijî PKK’ê bû, belê li dijî pêşmergeyên PDK’ê bû, jixwe wê wextê PKK’ê hêj şerê çekdarî nedabû destpêkirin.”
Her wiha dewam dike: “Ev peyman jî bi tenê ji bo salekê bû û bi tenê dikare di kûrbûna 5 km de biçin û her cara ku arteş derbas bibe jî tenê dikare 72 saetan bimîne. Her wiha divê ev derbas bûn jî bi agahdariya her du arteşan ve were meşandin û hwd.”
Di heyeta M.Kazimî ya Washingtonê de ya berî du hefteyan Fuad Huseyîn jî hebû. Hema piştî vê gerê û van daxuyaniyan, gera wî ya wisa veşirtî, ma gumanan li ser xwe xurt nake?
Niha nûçeyek derket ku dibêje; di dawiya vê mehê de li Bexdayê bi beşdariya 6 dewletên cîran (Misar, Qeter, Urdun, Emîrên Ereban..) ve dê bi navê ‘Civîna Bilind a Cîranên Herêmî’ kombûnek were lidarxistin. Tê gotin ku YE û DYA’yê jî tev li vê civîna bilind dibin!
Macron, daxuyaniyê daye ji bo tevlêbûnê. Dîsa baldariyek din, ê ku R.T.Erdogan vexwendiye vê civînê jî Fuad Huseyîn e! Em bi bîr bînin, di meha hezîranê de civînek bi heman armancê ya 3 qolî di navbera Misir, Urdun û Iraqê de li Bexdayê pêk hatibû.
Di heman van her du hefteyan de, hinek gerînên diplomatîk ên din jî hene ku dibe têkiliyên wan bi hev re gelek bin.
Bi leşkerkişana ji Afganistanê ya DYA’yê re, bêguman bandorek berbiçav li ser siyaset û planên gelek dewletan dike. Di vê demê de gera serokê CIA’yê li Israilê heye, li wir Mahmut Ebbas jî dibîne. Lê bi gotina wan, ew ê bi bingehîn li ser Îranê danûstandinan bikin.
Nêçîrvan Berzanî çû merasîma serokatiya Ibrahim Reîsî û bi pêşewaziyek, heta niha ne li gorî siyaseta Îranê ya heyî hat pêşewazîkirin. Dibe ku Îran jî xwe li hember siyaseta Israil û DYA û heta Tirkiyeyê jî, dixwaze hevalbendan ji xwe re zêde bike. Her wiha Îran li gel Talîbanan jî têkileyên xwe nû dike. Belê li dijî tevgera kurdên Rojhilat jî, bi rêya Fuad Huseyîn rêveberiya Bexdayê hişyar kir û di heman rojan de, endamê navendî yê PDK-Î Musa Babaxanî li Hewlêrê qetil kir.
Ji bo projeya parastina firotgeha Kabîlê AKP tengav bûye. Hîn talîban razî nekirine. Ji bo alikariyê bistîne Hulusî Akar çûye Pakistanê. Lê gotinek balkêş digere ku DYA, dixwaze weke dema sala 1996’an; çawa 6 hezar kurdên Başûr birin girava Guamaya Amerîkayê û ji bo piştî rûxandina Seddam ew perwerde kirin, heman projeyê li ser afganiyan jî bidin meşandin. DYA, ew projeya di ser Tirkiyeye re da meşandin, dixwazin bi heman şêwazê vê projeya afganistaniyan jî di ser Tirkiyeyê re bide meşandin. Li ser vê mijarê rayedarên wezareta derve ya DYA’yê daxyanî dabûn xwedê giravî rayedarên wezareta derve ya tirkan nerazîbûna xwe nîşan dabûn!
Tê gotin ku DYA, projeyên wisa di salên 1975’an de, li ser vietnamiyan û kubayiyan jî daye meşandin û ew jî birine heman girava Guamayê!
Divê ev jî were zanîn ku Fuad Huseyîn, kurdê fêylî ya Xaniqînê ye, hem li gel YNK, hem li gel PDK’ê di asta rêveberiyê de xebitiye, her wiha demekê wezîrê darayî û demek dirêj jî di rêveberiya Başûr de wezîrê pêşmerga bû. Lewma rola wî, ji ya gelek rayedarên Iraqê girîngtir e û dibe ku rolekî taybetî jî hatibe dayîn ji bo giştî Tevgera Kurdistanê! Ev rol û misyon, ew ê erênî be yan neyînî be, di dema pêş de dê zelaltir bibe! Ji ber ku bi giranî di axaftinên wî yên destpêkê de, dikare bi her du aliyan ve jî were vekişandin!
Bêguman daxwaz jê ew e ku rolekî erênî hilgirtibe ser milê xwe!