Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dadgeha faşîzmê cezayê ji bo kujerê dayika Surmî zêde dît!

Di 18’ê tîrmeha 2016’an de li bajaroka Xirwate ya Gever a Colemêrgê, dema welatiya bi navê Surmî Înce xwarina zarokên xwe yên giha didûrin dibir, leşkera gulebaran kiribû û qetil kiribû. Der barê qetilkirina Înce de 3 sal û 4 meh ceza li çawîşê pispor Alî Dagkirin hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Îstînafê ya Erziromê cezayê li Dagkirin hatibû birînü, xera kir. Dadgehê di biryara xwe de got; ‘Cezayê li Dagkirin hatiye birîn zêde ye’ û dosye careke din ji dadgeha herêmî re şand.

Têkildarî mijarê kurê Înce yê parêzer Bunyamîn Înce axivî û ev tişt anî ziman: “Di 18’ê tîrmeha 2016’an de bi fermana Fermandarê Qereqola Bajaroka Xirwateyê Muharrem Goç, 8 leşker ji du wesayîtên zirxî dadikevin û ferdên malbatekê gulebaran dikin. Li wir dayikek tê kuştin. Di doza Surmî Înce de 3 sal û 4 meh ceza li leşkerê bi navê Alî Dagkirin hate birîn. Lê dadgeha îstînafê ev ceza pir dît û xera kir. Di biryara xwe de bal nekişandiye ser tu xaleke daxwaznameya me.”

‘Ev biryar karesateke hiqûqî ye’

Înce bi domdarî jî wiha got: “Dadgeha herêmî li cihê bûyerê lêkolîn nekirine. Daxwazên rapora pêzaniyê yên ji bo wesayîtê û dîmenan qebûl nekiriye. Ev biryar berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Ev biryar karesateke hiqûqî ye. Em ê li dijî vê biryara bêcezatiyê têbikoşin. Dê danişîna dozê di 14’ê nîsana 2020’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê dîtin. Ez bang li hemû kesî dikim ku tev li danişînê bibin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar