Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Dadgeha Mûsilê biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî da

Dadgeha Mûsilê der barê  4 ciwanên êzidî de biryara darvekirinê da. MXDŞ’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û banga çalakiyan li civaka êzidî kir

Di 26’ê îlona 2020’î de 2 xortên ji eşîra Şemir, li ser rêya Til Izêr û Şengalê hatibûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ne, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdiaya kuştina 2 ciwanan hatibûn girtin.

Dadgehê Ceza ya Mûsilê di 21’ê nîsana 2021’an de der barê 4 ciwanên êzidî de biryara bidarvekirinê da. Ji bo bicihanîna biryarê, divê serokkomarê Iraqê Berhem Salih erê bike.

Li ser biryara darvekirinê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da. Daxuyanî li bajaroka Sinûnê bi amadebûna endamên sazî û rêxistinan, ji aliyê hevseroka MXDŞ’ê Xezal Reşo ve hate xwendin.

Xezal Reşo biryara darvekirinê wek biryarek siyasî pênase kir û wiha got: “Hikûmeta Iraqê qanûnê tenê li ser civaka êzidî pêk tîne. Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û ruxmî hebûna belgeyên pêwîst ku destê wan di xwîna êzidiyan de heye jî, biryara darvekirinê li ser wan dernaxe. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê neheqiya li ser ciwanên me tê kirin, bêdeng nemîne, dakevin kolanan. Eger îro em li hemberî van bêdeng bimînin, dê sibe bi sedan kesên din bi hincetên cuda bigirin. Em van nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê wek fermaneke nû dibînin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar