Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîş birîbûn ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşarê jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî ji malbata Yildiz miribû. Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de aşkera kir.
Dadgeha tirk 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.
Di êrîşa hatibû kirin de Haci Esvet bavê Fadil Şenyaşar û birayên wî Celal û Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. MELETÎ