Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dadgeha tirk Efrînê weke axa xwe nîşan dide!

Welatiyên efrînî yên ku li Efrînê ji hêla artêşa tirk û çeteyên wê ve hatine binçavkirin, bi  îdiaya ‘xirabkirina yekitiya welat’ tên darizandin. Bi vê yekê re jî dadgeha tirk Efrînê weke parçeyeke axa ji dewleta tirk nîşan dide. Welatî dibêjin ku bi îşkence û gefan îfade bi wan dane îmzekirin û bêyî ku pirsek ji wan bê kirin, hatine girtin. Yekemîn danişîna doza 11 sivîlên efrînî dê di 25’ê adarê de bê dîtin

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên El Qaîde, El Nusra, DAIŞ, Ehrar El Şam û OSO’yê ku girêdayî dewleta tirk in, piştî ku bajarê kurdan Efrîn dagir kirin, bi ser gelek malan de girt. Di encamê de jî bi sedan kes binçav kirin, girtin, îşkence kirin û bi dehhezaran kes jî li ser axa wan koçber kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 11 kes jê di 22’yê îlona sala 2018’an de radestî MÎT’ê hatin kirin û der barê wan de bi îdiaya ‘xirabkirina yekitî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî’ doz hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Hatayê îdianame amade kir û 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê jî îdianame qebûl kir.

Têkildarî mijarê xizmên sivîlan axivîn û da zanîn ku îfadeya ku li qereqola cendirmeyan hatine girtin, aîdê xizmên wan nînin. Malbatan daxuyand ku xizmên wan li qereqolê hatine îşkencekirin û îfadeya ku ew û xizmên wan ji zimanê wê fam nakin, bi darê zorê bi xizmên wan dane îmzekirin. Di îfadeyên li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê de tê gotin ku sivîlên hatine binçavkirin, li navçeya Racoyê serefser Ogûz Kaan Ûstan û çawîşê pispor Mehmet Mûratdagi kuştine. Îdianame ji 18 rûpelan pêk tê. Di her 8 rûpelan de jî dîroka PKK’ê tê vegotin û di 4 rûpelan de jî tê gotin ku têkiliya YPG û PKK’ê heye. Lê di îdianameyê de der barê sivîlan de tu delîleke şenber nîne.

Tu pirs ji welatiyan nehatine kirin

Welatiyên bi navên Raşit Maho, Cengiz Mistafa, Idrîs Mistafa, Mesûd Mecîd Kilkavî, Firaz Kilkavî, Huseyîn Kilkavi, Ahmet Maho, Îbîş Maho, Ramadan Hanif Maho, Muhammed Cafer û Rezzan Behcet Ahmet ku anîne Hatayê, li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê hatin îşkencekirin û îfadeya wan di bin îşkenceyê de hate girtin. Li dozgeriyê jî bêyî ku dozger tiştekî ji wan bipirse, sewqî dadgehê kirin û dadgehê jî bêyî pirsekê ji wan bike biryara girtina wan da.

Bi îşkence û gefan îfade pê dan qebûlkirin

Di îdianameyê de îfadeya şahid Alî Huseyîn jî cih digire. Lê belê îfadeya Huseyîn û îfadeya sivîlên ku bi îşkenceyê îfadeya amadekirî bi wan dane îmzekirin heman tişt e.  Demek berê jî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê  bi welatiyan re hevdîtin kiribû. Ji welatiyan Mesûd Mecîd Kilkavî û Îbîş Maho dabû zanîn ku ew endamên YPG’ê nînin û sivîlin. Welatiyan daxuyand ku piştî ku Efrîn hatiye dagirkirin, leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê ew bin çavkirine û ew dane zorê ku bibêjin; ‘em YPG’î ne.’ Welatiyan diyar kir ku 12 rojan hatine îşkencekirin û gefa; ‘ger hûn nebêjin em YPG’î ne, em ê heman tiştan bi serê malbatên we jî bînin’ lê xwarine. Welatiyan got ku ew jî neçar mane ku van daxwazan qebûl bikin.

Danişîna ewil a doza 11 sivîlan dê di 25’ê adarê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê pêk bê. HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar