Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dadgehan erka darizandinê dane girtîgehan

Li Tirkiyeyê êdî qîmeta dadgehan tune ye. Li aliyekî desthilata siyasî fermanê dide wan û li gorî fermana desthilata siyasî biryaran didin, li aliyê din biryarên ku dadgeh didin jî vê carê rêveberiyên girtîgehan van biryaran têr nabîne û cezayên girtiyan bi salan dirêj dikin.

Di doza Kobanê û gelek dozên din de xuya bû ku dadgehên li Tirkiyeyê dema biryaran didin, ne li gorî hiqûq û zagonan didin. Di doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd cezayên giran birîn. Lê yên ku rê li pêş DAIŞ’ê vekerin û hevkariya DAIŞ’ê kirin nehatin darizandin û nehatin cezakirin.

Îro hemû hiqûqzan û parêzerên ku li salonên dadgehan dema xwe derbas dikin û beşdarî dozên siyasî dibin, diyar dikin ku êdî daraz ne serbixwe ye. Destnîşan dikin ku dadgeh bi serê xwe biryarê nadin û li gorî fermana desthilata siyasî tev digerin û biryarê didin.

Li aliyê din ligel ku dadgeh biryaran bidin û girtiyên siyasî ceza bikin jî, vê carê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan bi van cezayan têr nabe û cezayên din li girtiyan dibirin. Bi taybetî piştî hikûmetê rêveberiyên girtîgehan xist destê xwe, erka darizandinê da rêveberiyên girtîgehan û li şûna girtîgehê girtîgehek din ava kir. Bi vê yekê li şûna girtî carekê bên darizandin û cezakirin, girtî 2 caran tên darizandin û cezakirin. Carekê heyeta dadgehê girtiyên siyasî ceza dike û wan dişine girtîgehê. Cara duyemîn jî vê carê daraza korsan û ne rewa dubare girtiyan ceza dike. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi van biryaran xwe dixe şûna dadgehê û êdî li gorî keyfa xwe û li gorî daxwaza hikûmetê biryaran dide. Poşmantiyê li girtiyan ferz dike û yên ku 30 salan girtî mane, ji wan dixwaze bibêjin ‘Em poşman in’

Ji xwe kesekî 20-30 salan girtîgehê bide ber çavên xwe dê çawa poşmantiyê qebûl bike. Dixwaze bêrûmetiyê li mirovan ferz bike. Hem biryarên dadgehê pûç dike û hem jî xwe dixe şûna dadgehê.

Herî dawî Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye di 28’ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana Aktaş red kir û cezayekî din lê birî. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev biryar îtîraz kirin, lê hem Dadgeriya Înfazê ya 3’yan a Bûrsayê da û hem jî dadgeha cezayên giran îtîraza parêzeran red kir.

Ev nîşan dide ku êdî rêvberiya girtîgehan ketine şûna darazê û li şûna darazê biryarê didin. Balkêş e li şûna dadgeh van biryarên girtîgehan rexne bikin û îtirazên li dijî van biryaran li ber çavan bigirin, dijberî vê yekê tev digerin. Dadgeh biryarên ku girtîgehan der barê girtiyan de dane diparêze û îtîrazên li dijî biryarên girtîgehan red dike.

Ev jî aşkere dike ku êdî dadgehan destê xwe ji darazê kişandine û erka xwe dewrî rêveberiya girtîgehan kirine. Eger dadgeh erka darizandinê bide girtîgehan û girtîgeh jî bi fermana hikûmeta desthilatdar tev bigere, wê demê mirov nikare ji dadgehan edaletê bixwaze. Mirov nikare ji wezareta dadê edaletê bixwaze. Saziyên dewletê ku erka edalet û parastina mafan dane ser xwe, li şûna mafan biparêzin, kesên mafdar ceza dikin û kesên sucdar xelat dikin. Îro mînaka herî şênber bi sedan girtiyên ku berdana wan taloqkirine hene. Dayika Emîne Şenyaşar heye. Girtiyên siyasî yên ji doza Kobanê ceza xwarin hene. Mirov dikare mînakê bêedaletiya heyî pir zêde bike. Êdî her kes dizane ku saziyên edaletê bûne saziyên tolhildanê.

Nûçeyên Têkildar