Dadgehê bi biryara skandal afîşa HDP’ê ya “Li Dijî Şer Aşitî” kom kir. Dadgehê dirûşmeya “Li Dijî Şer Aştî” wekî ku “Piştî şer aştî ya me ye” werger kir û der barê afîşê de biryara komkirinê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya hilbijartinê xebatên hilbijartina 31’ê Adarê li kolan, tax, gundan dimeşîne. Rêveber û endamên HDP’ê yên xebatan dimeşînin rastî gelek astengiyan tên. Li aliyekî xebatan asteng dikin, li aliyê din bi biryarên balkêş afîşên HDP’ê kom dikin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê afîrên HDP’ê ya “Li Dijî Şer Aşitî” ku li bilboardan xist, şaş werger kir û kir sedema komkirinê. Dadgehê bi biryara skandal afîşa HDP’ê ya “Li Dijî Şer Aşitî” kom kir. Dadgehê dirûşmeya “Li Dijî Şer Aştî” wekî ku “Piştî şer aştî ya me ye” werger kir û der barê afîşê de biryara komkirinê da. Heyetê bi hinceta xala 7’emîn a TMK’ê îhlal kiriye der barê afîşêde biryara komkirinê da. RIHA