Heyeta Dadgeha a li “Doza Parêzeran a KCK’ê” mêze dike, derbarê Îrfan Dundar ê şahid de biryara bi darê zorê anîna dadgehê da
12’emîn danişîna “Doza Parêzeran a KCK” ya 46 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Stenbolê hat dîtin. Hin parêzerên serbest tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û gelek parêzer beşdar bûn. Ji gelek baroyên bajarên cûda yên Ewropayê jî parêzer beşdarî danişînê bûn.
Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir û parêzerên bersûcan parastin kirin. Heyeta Dadgehê ya ku parastina parêzeran guhdar kir, ji dozger xwest ku mutala xwe bide. Dozger, ji bo ku şahid Îrfan Dundar bê dadgehê û guhdarkirin, ji heyetê xwest ku biryara girtinê derbarê wî de derbixe. Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û derbarê Dundar de biryara bi darê zorê anîna danişînê da û doz taloqî 16’ê tîrmehê kir. STENBOL