Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10’ê hezîranê bi daxûyaniyekêaşkere kir ku wê dest bi darizandina endamên DAIŞ’ê yên biyanî ku li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bê kirin. Bi daxûyaniya Rêveberiya Xweser re mijar bû yek ji rojevên sereke yên ragihandin û civakê. Nexasim ji 60 welatan bi hezaran endamê DAIŞ’ê yên bên darizandin hene. Niha lîsteyên van û sûcê wan tê amadekirin. Li gel biryara pirsê wê li gorî kîjan yasayan çawa werin darizandin, dê cezayên çawa bên dayîn, kî dikare daxilî bibe ketin rojevê.
Parêzer Îsmet Îbrahîm ku li Kobanê dimîne û endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye mijarên têkildarî darizandina endamên DAIŞ’ê di rojevê de ye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
‘Jiber xemsarî û dirûtiya hêzên navneteweyî Rêveberî neçar ma biryar bigre’
Îbrahîm bibîr xist ku Rêveberiya Xweser gelek cara bangawazî li civaka navneteweyî kiriye û wiha got: “Piştî şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi DAIŞ’ê re, piştî serkeftina Baxozê şûnve heya îro Rêveberîya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk bangî hemû dewletan kirin. Gotin werin dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Lê gişta guhê xwe kerr kirin û niha xwestin dadgehê bicih bikin. Xwestek ew bû ku kesê ku welatiyê kîjan dewletê be ew dewlet were û wî kesî bibe û li dewleta xwe bidarizîne. Kesê ji 60 dewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Hinek dewlet hatin û hinek zarok û jin nav birin. Lê hema hê jî 12 hezar girtî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ji ber wê Rêveberiya Xweser neçar ma ku vê biryarê bistîne û darizandinê bide destpêkirin.”
‘Dadgehê Rojava wê DAIŞ’iyan darizîne’
Îbrahîm da zanîn ku ji sala 2015’an heya îro du dadgehê giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketine pêş û wiha berdewam kir: “Yek jê li bajarê Qamişlo ya din jî li Kobanê. Kesê ku ji Sûriyeyê tev li DAIŞ’ê bûne li van dadgehan hatin darizandin. Lê kesê ku derveyî Sûriyeyê hatin heya niha hê dadgeh nebûne. Ji ber wê niha piştî biryarê ew jî wê werin dadgehkirin. Hema qanûnên ku werin dadgehkirin hene. Ji ber ku 2015’an heya niha endamên DAIŞ’ê li vir tên dadgehkirin. Wê ev kes li gorî qanûnên dualî werin darizandin. Hem li gorî qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li gorî qanûnên newneteweyî wê werin darizandin.”
‘Cezayê herî giran wê muebed be’
Îbrahîm bal kişand ser wê her endamên DAIŞ’ê li gorî sûcê ku kirine wê werin darizandin û wiha pê de çû: “Ji her sûcekî re cezayek heye. Cezayê herî hindik wê 3 sal be. Ji sê sala heya muebedê wê ceza hebin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayê bidarvekirinê tune ye. Heya îro gelek darizandin çêbûn lê çi dadgehê biryara kuştinê nedaye. Cezayê herî bilind muebeda demdirêj e. Kesekî wî cezayî bigire wê heya sax be girtî bimîne”
‘Lidarxistina vê dadgehê xwesteka gelên herêmê ye’
Bi domdarî Îbrahîm bi lêv kir ku hemû hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê zirar dîtine û ev tişt anî ziman: “Wê malbatên şehîdan tev li dozan bibin û wê ji wa kesan bibin dozdar. Xwediyê kesê ku di zindanê de tên girtin bixwazin tev li bibin wê karibin tev li bibin. Heqê her kesî heye ku tev li dadgehê bibin. Kesê ku tev li bibin wê bibînin qanûn û darizandin bi çi rengî dimeşe. Kîjan medya bixwaze dikare tev li dadgehkirinê bibe. Kesê welatiyên wan tên darizandin bawer nakim tev li bibin lê wê ji wan re daxwazî bê şandin. Lidarxistina vê dadgehê xwesteka gelên herêmê ye.”
‘DAIŞ ji bo herkesî xetereye’
Îbrahîm bi bîr xist ku salek berê li Girtîgeha Sina ya Hesekê endamên DAIŞ’ê xwestibûn birevin û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Wê demê gelek şervan şehîd ketin. Ji ber vê yekê êdî gel dixwaze ev kes werin darizandin. Dema ev werin darizandin wê êşa malbatên şehîdan hinekî kêm bibe. Heqê parastinê heqekî sereke ye. Hemû kes dikare xwe bi parêze. Dema parêzerê kesekî tune be Meclisa Edaletê dê gazî parêzeran bike û dikare mafê wî kesî biparêze. Hewceye di hemû dozan de parêzer hebe û maf biparêzê. Li gelek welatan endamên DAIŞ’ê hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn. Rêveberiya Xweser jî gelek caran bang kir lê kesekî nexwest banga wê bibihîze. Îro li Kampa Holê 16 hezar kes dimînin, ev jî xetereyê nîşan dide. Zarok mezin dibin û li gorî hişmendiya DAIŞ’ê tên mezinkirin. Ev ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû herêmê, cihanê xetere ye. Ji ber wê dewletên tiliya wan di meseleya Sûriyeyê de hene wekî Amerîka wekî Rûsya wekî Îranê dixwazin karibin bila alîkariya aborî bikin, karibin alîkariya hiqûqî bidin da ku xwe ji vê meselê xilas bikin. Em bang dikin dîsa bila hemû kes were hemwelatiyên xwe yên ku li vir girtî ne bibînin.”