Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dadgehê tenê 2 sal û 9 meh ceza polîsê kujerê Tektekîn birî

Wesayîta TOMA ya polîsan di hezîrana 2018’an de li Mehmet Tektekîn ê 85 salî qelibîbû û Tektekîn jiyana xwe ji dest dabû. Di doz ku hat dîtin de dadgehê tenê 2 sal û 9 meh û 10 roj ceza li polîsê kujer Ûgûr K. birî

Wesayîta TOMA ya polîsan di 6’ê hezîrana 2018’an de li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê li Mehmet Tektekîn (85) qelibîbû û Tektekîn jiyana xwe ji dest dabû. Mehmet Tektekîn ê 85 salî dema ku lambaya sor pêketibû xwestibû derbasî wî aliyê rê bibe, TOMA’ya polîsan lê qelibîbû û Taştekîn birîndar kiribû. Tektekîn, piştî du rojan li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê ajovanê TOMA’yê polîs Ûgûr K. îfade dabû. Di rapora pêzaniyê de jî hatibû gotin, li gorî dîmenên MOBESE’yê di dema qezayê de nehatiye tespîtkirin ronahiyên çûnhatinê ji bo kîjan kêlekê ve pêketine û li gorî beyana ajovanê wesayîtê Ûgûr K. dema ronahiya kesk pêketiye wesayît derbas bûye û ji ber vê tu binpêkirina pîvanan nehatiye tespîtkirin. Di raporê de hat gotin ku kesên lêkolîn kirine di warê înformatîkê de tu

Li ser vê der barê Ûgûr K. de angaştname hat amadekirin û di angaştnameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 8’an a Amedê jî dîmenên MOBESE’yê lêkolîn kirin û di lêkolîna dadgehê de aşkere bû ka bûyer çawa pêk hatiye. Di lêkolînkirina dîmenan de derket holê ku dema ronahiya sor pêketiye TOMA derbas bûye. Dadger diyar kir ku dîmenên kamerayan û rapora pêzaniyê Ûgûr K. wekî qisûrdar nîşandane û bi tawanbariya “bi awayekî qisûrdar kuştina kes” 2 sal û 6 meh ceza li polîsê kujer Ûgûr K. birî. Dadger, ji ber bûyer bi zanebûnî pêk hatiye cezayê Ûgûr K. zêde kir û kir 2 sal û 9 meh û 10 roj.  Dadger, di biryara xwe de destnîşan kir ku ceza bi tu awayî nayê taloqkirin û venaguhere cezayê pereyî. Li ser vê parêzerê bersûc ji bo îtirazê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da. Doz li dadgeha îstînafê ye û didome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piş vê buyerê bi salekê di 11’yê îlonê de bi heman şêwazî wesayîta zirxî li Kolana Emekê ya Navçeya Rezan a Amedê pê li Efe Tektekîn kir û ew kuşt. Efe Tektekîn jî neviyê Mehmet Tektekîn e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar