Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dag: Dê hikûmet bi polîtîkaya xwe ya şer têk biçe

Tevî dorpêça polîsan jî li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman di roja 27’emîn de çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenter Dêrsim Dag got ku dewleta çi dike bila bike dê berxwedana xwe bidomînin û dê hikûmet bi polîtîkaya xwe ya şer têk biçe

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Li hemberî tayînkirina qeyûman, li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê di roja 27’emîn de jî çalakî hate lidarxistin.

Çalakiya roja 27’emîn jî di bin dorpêça polîsan de li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag axivî. Dag anî ziman ku ew li îrade û şaredariyên xwe xwedî derdikevin û wiha domand: “Em ê li dijî provakasyonên ku li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dixwaze bê kirin jî li ber xwe bidin. Ji bo aştî û azadiyê çi ji destên me bê em ê bikin.”

Dag destnîşan kir ku dewlet çi dike bila bike ew ê li dijî wan wekî her carê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha bi dawî kir: “Bi xespê dixwazin li vî welatî şerekî mezin rû bide. Dê hikûmet bi polîtîkayên şer têk biçe.”

Piştî axaftina Dag, çalakgeran çalakiya rûniştinê pêk anî û çalakî bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar