Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dag: Divê em ciwan bi têkoşîneke hevpar dîktatoriya faşîst hilweşînin

Hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla siyasî, çandî, civakî û aborî de li dijî gelê kurd êrîşeke berfireh a dewleta tirk heye. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag têkildarî êrîşên heyî û pêngava nû ya têkoşînê ji ANF’ê re axivî.

Dêrsim Dag bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Kiryarên faşîstane di lûtkeyê de ne û îradeya gelê kurd tê binpêkirin. Êrîşên li dijî goristanan, asta vê dijminatiyê baştir radixe berçavan. Ciwan jî pêşengên berxwedana li dijî dîktatoriya faşîst in. Di bin şert û mercên faşîstane de ciwan bi biryardarî li ber xwe didin.”

‘Dixwazin ciwan li ber wan serî bitewînin’

Di berdewamê de Dag diyar kir ku desthilatdarî û amûrên wê rê ji ciwanan re nehiştiye ku xwe bilivînin û wiha domand: “Dixwazin ciwan li ber wan serî bitewînin. Desthilatdarî ji dînamîzm û hêza têkoşînê ya ciwanan ditirse. Tê dîtin ku bi awayeke yekser an jî neyekser, li dijî ciwanan êrîşeke bi pergalî heye. Pergal li ciwanan bêkarî, xizanî, pişaftin, tiryakkêşî fihûşê ferz dike. Ciwan ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê xwe bêpar hatine hiştin. Bi xizaniyê hewl didin ciwanan terbiye bikin û dibin hedefa polîtîkayên qirêj. Qadên têkoşînê yên ciwanan jî tên krîmînalîzekirin. Ev rewş nayê qebûlkirin û em ê bi mezinkirina xwe birêxistinkirinê li dijî vê têbikoşin.”

‘Ya ku bi para me dikeve berxwedan e’

Bi domdarî jî Dag anî ziman ku bêdengiya ciwanan tê wateya xiyaneta li xweza, paşeroj, demokrasî, aştî û edaletê û wiha pê de çû: “Divê yên ku ji ewil dikevin nava liv û tevgerê, yên dengê xwe bilind dikin, kevirê destpêkê diavêjin zaliman û li dijî zilmê serî radikin, em ciwan bin. Divê ciwan li refên herî pêş bin. Ya ku bi para me dikeve, berxwedan û serkeftin e.”

Banga ji bo ciwanan

Dêrsim Dag wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meclisên Ciwanên HDP’ê li dijî faşîzmê dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kirin. Banga me ji bo ciwanan ew e ku ji bo azadî, pêşeroj, kesayetiya me, dîrok, çand, akademî, ziman, kolan, ekolojî û edaletê tev li pêngavê bibin. Bi têkoşîneke hevpar a li ser bingeha dînamîzm û hêza ciwanan, divê em vê dîktatoriya faşîst hilweşînin û dawî li tarîtiyê bînin. Li dijî faşîzma ku bêhnê li ciwanan diçikîne, li dijî kedxwarî, polîtîkayên pişaftinê, qeyûm, qanûna înfazê, îstîsmar û komkujiyên jinan em dikevin nava liv û tevgerê. Ji bo perwedeya bêpere ya bi zimanê dayikê, ji bo cîhaneke ekolojîk, ji bo wekheviya zayendî ya civakî, ji bo jiyaneke demokratîk û wekhev em ji ciwanan re dibêjin, ‘Bikevin nava liv û tevgerê.’ Banga me ji bo ciwanan ew e ku li dijî faşîzmê bi rengekî hevpar têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar