Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dag û Er dest bi greva birçîbûnê kirine

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li girtîgeha Hewlêrê mafên wan ên mirovî têne astengkirin, di greva birçîbûnê de ne. Malbatan nerazîbûn nîşanî Rêveberiya Hewlêrê dan û gotin “Bes zilmê li ciwanên kurd bikin.”

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li başûrê Kurdistanê ji ber bûyera ku di 17’ê tîrmeha 2019’an li Hewlêrê qewimî, bi zexta Tirkiyeyê hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn.

Dag û Er ku li girtîgeha Hewlêrê mafên wan ên mirovî têne astengkirin, di greva birçîbûnê de ne.

Apê Abdûrrahman Er Necmettîn Er û kurê xaltîka Er Yilmaz Polat der barê rewşa Dag û Er de axivîn û xwestin binpêkirina mafên mirovan a li dijî ciwanên kurd tê kirin bi dawî bibe.

Necmettîn Er got ku Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku bi îdîaya sîxurê MÎT’ê Osman Kose kuştine hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hat birîn, ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar tên hiştin û ev tişt anî ziman: “Li girtîgeha ku di bin kontrola rêveberiya Hewlêrê de ye, ji hevdîtina bi malbatê re, mafê şandin û wergirtina nameya, alîkariya bi pereyan û kincan bêpar têne hiştin.”

Necmettîn Er diyar kir ku Er û Dag li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rêveberiya Hewlêr ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Necmettîn Er bang li rêveberiya Hewlêrê û saziyên pêwendîdar kir wiha got: “Dest ji vê zilma ku li zarokên gelê Kurd tê kirin, berdin.”

Yilmaz Polat jî anî ziman ku biryara îdamê ya li dijî Dag û Er hatiye dayin biryareke rast nîne û wiha got: “Ev biryar biryara Rêveberiya Hewlêrê bi xwe nîne. Bi esasî biryareke ku li gorî berjewendiyên dewleta tirk hatiye wergirtin. Rêveberiya Hewlêrê nêzîkatiya ku li hemberî girtiyên DAIŞ’ê jî nîşan nade, li dijî Er û Dag nîşan didin.

Divê ciwanên kurd bi destê kurdan neyên kuştin û zerar li wan nebe. Her wiha di serî de rêxistinên mafên mirovan em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar