Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê bi dijwarî êrîşî navçeya Eyn Îsayê dikin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin.
Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ji gelek aliyan ve êrîşên dijwar birin ser kampa Eyn Îsayê û herêmên li nêzî rêya navdewletî (M4).
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiva erîşan da. Hat zanîn ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê bi hemû dijwariya xwe didomin. EYN ÎSA