Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Qenterî yê Girê Spî dikin. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund didin çeteyan û niha li gund şerekê dijwar heye
Leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê bi wesayîtên zirxî û panzêran êrîşî gundê Qenterî yê Girê Spî kirin.
Hat zanîn ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê bersivên tund dan. Çavkaniyan daxuyand ku li gund di van kêliyan de di navbera şervanan û hêzên dagirker de şerekê dijwar heye. GIRÊ SPÎ