Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dagirker êrîşî gundên Til Temir û Eyn Îsayê dikin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji serê sibehê ve gelek gundên Til Temir û Eyn Îsayê hedef girtin. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan çeteyan û li herêmê şerekê dijwar heye. Her wiha hat zanîn ku di êrîşan de kuştî û birîndarên çeteyan û rejîma Sûriyeyê hene

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker îro ji serê sibehê ve bi koordîneya balafirên keşfê, bi çekên giran û SÎHA’yan êrîşî gelek gundên Eyn Îsa û Til Temirê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Um Milkef ê li bakurê rojavayê Til Temirê ku gelek sivîl tê de ne topbaran dikin. Çavkaniyan da zanîn ku di encama topbaranê de leşkerekê rejîmê birîndar bû. Her wiha balafirên SÎHA’yê yên dewleta tirk jî derdora bajarokê Hîşê yê li başûrê rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran dike. Balafirên şer ên dewleta tirk jî li ser herêma Hîşê digerin.

Bi tankan kuştî û birîndarên xwe radikin

Çavkaniyan got ku îro di danê sibehê de leşkerên tirk û çeteyên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê êrîşî gundên Um Şefa ku hêzên rejîmê lê ne û Mehmûdiyê yên Til Temirê kirin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan dagirkeran û li herêmê şerekê dijwar diqewime. Hat zanîn ku kuştî û birîndarên çeteyan hene û çete bi tank û ambulansan birîdarên xwe ji aliyê gundê Mehmûdiyê kom dikin.

Kuştî û birîndarên rejîmê hene

Di heman demê de artêşa tirk bi SÎHA’yan seyareya leşkerî ya hêzên rejîmê ku tê de çekên giran hebûn li gundê Dirdara yê Til Temirê hedef girt. Encamên bombebaranê nehat zelalkirin. Leşkerên tirk û çeteyên wê li gundê Kor Hesen ê Girê Spî jî hêzên rejîmê hedef girtin. Di encama topbaranê de leşkerekê rejîmê hate kuştin. Çavkaniyan ragihand ku dagirkeran her wiha bi çekên giran gundên Qebra ya Biçûk û Şefeha yên Til Temirê jî hedef girtin. Di encamê de kuştî û birîndarên rejîmê çêbûn lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Qadên sivîlan hedef hatin girtin

Çavkaniyan da zanîn ku balafirên keşfê yên dewleta tirk duh jî gundê Zêdiyê yê Zirganê bombebaran kir. Di encama êrîşê de ziyan giha mal û milkên welatiyan. Tevî ku dewleta tirk û çeteyên wê sivîlan hedef digirin, çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar tînin jî raya giştî ya cîhanê xwe li bêdengiyê datîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar