Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di van kêliyan de bi obus û hawanan gundê Qasimiyê yê Til Temirê topbaran dikin
Êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe didomin. Di vê çarçoveyê de komên çete êrîşî gundên Til Temir, Serêkaniyê û Girê Spî dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di van kêliyan de gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi obus û hawanan topbaran dikin.
Topbarana dagirkeran a li ser herêmê didome. Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. HESEKÊ