Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke ev tişt parve kir: “Artêşa tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi giranî êrîşan dike. Dewleta tirk a faşîst ku bi her cure teknîkê şerê qirêj dimeşîne, qadên ku hêzên me lê ne bi bombeyên qedexekirî, tank, obus û çekên giran 15’ê Sibatê bênavber bombe kir.
Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne:
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;
15’ê sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
14’ê sibatê qada Deşta Kafya ya Garê 5 caran bi balafirên şer hat bombekirin.
15 û 16’ê sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, yên li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên nehiya Şeladizê yên Amediyê, bi obus, tank û çekên giran 43 caran hatin bombekirin.”