Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dagirker ji kîjan kurdî hez dikin? (1)

Mehmet Şahîn |

Wekî ku tê zanîn tifaqa stratejîk a kurd û tirk a yekemîn di 1071’an de di şerê Melezgîrê de çêdibe.  Ew tifaq deriyên Anatolyayê li tirkan vedike û tirk tên li Anatolyayê bi cih dibin û dibin cîranên kurdan.

Piştî tirk di Anatolyayê de bi cih dibin bêbextiyên dasthilatdariyên tirkan jî dest pê dikin. Di dîroka hezar salê bihurî de tu sosret û bobelat namîne ku neanîbin serê civaka kurd. Ew sosret û bobelatên xwe hemû bi saya kurdên hezkiriyên xwe pêk anîn. Di pêvajoyên bi sosret û bobelatên xwe de her tim ji nav civaka kurd ji xwe re hinek hezkirî peyda kirine û heta demekê ji wan hez kirine û piştî ku gihîştine armanca xwe kurdên hezkiriyên xwe jî bi heman sosretan re rû bi rû hiştine.

Vegotina hemû sosret û bobelatên ku bi destê desthilatên tirkan bi serê kurdan de hatine di vê nivîsê de ne pêkan e. Bêgumen vegotina çîroka hemû kurdên hezkiriyên wan jî ne pêkan e. Lê ji bo fêmkirina desthilatên tirk ka ji kîjan kurdî hez dikin ez ê çend mînakên girîng ji rûpelên dîrokê rêz bikim.

Ji bo şaristaniya Merwaniyan parçe bikin, têk bibin û erdnîgariya wan dagir bikin desthilatên tirk di sala 1095’an de ji Seîd Xerab ê birayê Nîzameddîn ê serokê Merwaniyan hez kirin. Bi saya Seîd Xerab hêza Nîzameddîn şikandin û şaristaniya Merwaniyan ji holê rakirin û careke din destûr nedan şaristaniyeke kurd ava bibe.

Tifaqa staratejîk a kurd û tirk a duyemîn di sala 1514’an de di şerê Çildiranê de li dijî farisan pêk hat. Piştî serkeftina şerê Çildiranê ji ber ku di avakirina yekitiya kurd de israr nekir û civaka kurd bê ser û ber û bê statuyeke neteweyî di bin însafa dewleta Osmanî de hişt desthilatdarên tirk ji Îdrîsê Bedlîsî hez kir!

Piştî tunekirina statuya xweser a mîr û begtiyên kurdan di serhildana Mîr Evdrehmanê Babanî ya 1806’an de ji ber ku di parçekirin, têkbirin û teslîmgirtina Mîr Evdrehman û serhildêrên azadîxwaz de roleke girîng lîstibû desthilatdarên tirk ji Xalit Begê birayê Mîr Evdrehman hez kir!

Di salên 1830-38’an de ji ber ku li ser daxwaza siltanê Osmaniyan bi fetwaya xwe hêza Mîr Mihemedê Rewandizî belav kir û di şikandin û têkbirina xweseriya Mîrtiya Rewandizê de  roleke sereke lîst û avakirina desthilatdariya kurd asteng kir desthilatdarên tirk ji Mele Hadî hez kir! Bi saya Mele Hadî Mîr Mihemed bi destê çeteyên Osmanî bi awayeke faîl nediyar hat qetilkirin.

Di salên 1843-47’an de ji bo şikandin û têkbirina xweseriya Begtiya Botanê desthilatdarên tirk ji Êzdînşêr ê birarziyê Bedirxan Beg hez kir! Bi saya Êzdînşêr dawî li serxwebûna Bedirxan Beg û hewldanên wî yên avakirina eniya neteweyî anîn. Bi saya Êzdînşêr Bedirxan Beg bi tevî malbata xwe bi şertê ku tu carî venegerin Kurdistanê hatin mişextkirin.

Di sala 1914’an de ji bo şikandin û têkbirina serhildana Şêx Evdilselam Barzanî yê birayê Mele Mistefa Barzanî desthilatdarên tirk ji Sofî Evdila hez kir! Sofî Evdila hemû nirx, pîvan û rûmetên  civaka kurd binpê kirin û mêvanê mala xwe Şêx Evdilselam Barzanî bi destê xwe radestê desthilatdarên tirk kir.

Di heman demê de desthilatdarên tirk ji Silêman Nazîfê kurdê ku di wê serdemê de waliyê Mûsilê bû hez kir! Be destê Silêman Nazîfê kurd zilma xwe ya li ser kurdên Başûr bi deh carî zêde kirin û Şêx Evdilselam Barzaniyê serhildêr û azadîxwaz bi destê wî darde kirin.

Her wiha, ji ber ku wekî fedayiyên siltanê Osmaniyan tevdigeriyan û civaka kurd jî di nav de li hemû civakên kurdistanî zilm û zor dikirin û di qirkirina civaka ermen de hevkariya Osmaniyan kirin desthilatdarên tirk ji Alayên Hemîdiyeyê hez kir!

Tifaqa staratejîk a kurd û tirk a sêyemîn li ser soz û bexta avakirina dewleteke hevpar û wekhev di sala 1919’an de li dijî dagirkeriya dewletên emperaylîst pêk hat. Komara Tirkiyeyê bi saya wê tifaqê ava bû. Lê piştî avabûna Komarê civaka kurd careke din bi bêbextiya desthilatdarên tirk re rû bi rû ma. Pêvajoya înkar û tunekirina civaka kurd dest pê kir.

Kurdên ku li dijî wê helwesta bêbext bêdeng man û jiyana bêrûmet qebûlkirin bûn heskiriyên desthilatdarên tirk. Kurdên ku qebûl nekirin û ji bo jiyaneke bi rûmet û wekhev serî hildan  bûn dijmin.

Di sala 1925’an de ji bo şikandin û têkbirina serhildana Kalê Şêx Seîd desthilatdarên tirk ji Bînbaşî Kasim ê bûrayê Şêx Seîd hez kir! Bi saya Bînbaşî Kasim serhildana kurd a neteweperwer û ya ji herî mezinan yek têk birin. Şêx Seîd û hevalên wî di kemîna li ser pira çemê Mûradê de dîl girtin. Ji bo di şexsê wan de vîna kurdên azad bişikînin bi tevî 46 hevalên wî ve li Amedê li qada Derê Çiyê darde kirin û 3 roj di sêdarî de dalqandî hiştin.

Ji ber ku li dijî gelê xwe di refa  dewleta tirk de cih girt û ji bo şadbûna dewleta tirk li gelê xwe zilm û zordarî kir û nameya Şêx Saîd a derbarê xwestina piştgiriya ji bo serhildanê rasterast şand ji M. Kemal re û serhildan îxbar kir desthilatdarên tirk ji Cemîlê Çeto hez kir!

Bi destpêka serhildana Agirî re Huseyîn Paşa yê Kor ê navdarê ku di şerê li dijî Rûs de bi fermandariya xwe ya 8 Alayên Hemîdiyeyê di refê Osmaniyan de cih girtibû û serkeftinên mezin bi dest xistibûn û wekî lêhengekî rê li dagirkeriya Rûsan girtibû bi tevî 5 kurê xwe ve ji bo tevilbûna serhildanê ji mişextiyê berê xwe dabûn Agirî.  

Huseyîn Paşa yê Kor beriya ku bigihije qada serhildanê li başûrê Kurdisitanê di mala xizmê xwe Hecî Musa Beg de li ser nimêjê ji hêla Medeniyê kurê Hecî Musa Beg ve di pişt de bi xencereke zengarî bi awayeke bêbext hat qetilkirin. Piştî qetilkirinê Medenî çû xwe spart dewleta tirk. Desthilatdariya tirk ji Medenî yê kurê Hecî Musa Beg hez kir!

Ji ber ku Şêx Taho û Mamê Hemze bi milîsên xwe (Qoriciyên wê demê) li çiyayê Sîpanê her sê kurên Huseyîn Paşa yê Kor Yusif, Arîf, Silêman û Gefoyê Hamdikî yê rêberê wan di şikeftekî de dorpêç kirin û qetilkirin û nehiştin ew bigihijîn qada serhildanê û hêz bidin serhildana Agirî desthilatdariya tirk ji Şêx Taho û Mamê Hemze hez kir! 

Dewleta tirk li gel hemû dek û dolabên xwe, li gel hemû hewldanên xwe yên bêpîvan û bêexlaq nekarî ji rêberên Serhildana Agirî yên herî girîngan yek Broyê Heskê (Broyê Hesikê Têlî) bi dest bixin û bi kujin. Lê Emrixanê kurd û tîma xwe ya mîlîsan (Qoriciyên wê demê) Broyê Heskê di defikekî bêbext de dîl girtin û qetilkirin. Lewre desthilatdariya tirk ji Emirxan û tîma wî hez kir! 

Di salên 1937-38’an de ji bo şikandin û teslîmgirtina berxwedana Dêrsimê desthilatdarên tirk ji Rêberê birarziyê Seyîd Riza hez kir! Aqilmend û fermandarê berxwedanê yên sereke Alîşêr û hevsera wî Zarîfe bi destê Rêber qetil kirin. Bi saya Rêber û hevalên wî berxwedana Dêrsimê têk birin. Seyîd Riza û kurê  wî Reşik Huseyin ê 17 salî û 5 hevalên wî di bazara genim a Xarpêtê  de darde kirin. Li gel ku Seyîd Riza wekî daxwaza dawîn ji wan xwest wî beriya kurê wî darde bikin ku dardekirina kurê xwe nebîne lê desthilatdarên tirk ew daxwaza wî ya herî mesûm û însanî ya dawîn jî neanî cih û li ber çavên wî kurê wî darde kirin dûre jî ew darde kirin. (Dê bidome)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar