Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dagirker nahêlin ji bo birîndarên li Serêkaniyê korîdora mirovî bê vekirin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê nahêlin ku ji bo tehliyekirina sivîlên birîndar ên li Nexweşxaneya Serêkaniyê korîdora mirovî bê vekirin. Berevajî vê hêzên dagirker hewl didin ku nexweşxaneyê bi dest bixin û komkujiyeke mezin bikin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 9’ê cotmehê saet 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Hêzên dagirker bi balafirên şer, top, tank û hemû çekên giran êrîşî qadên sivîlan kir û bombeyên kîmyewî bi kar anîn. Di encama êrîşên dagirkeran de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Yek ji navendên herî zêde rastî êrîşên dagirkeriyê hat jî Serêkaniyê ye. Di encama êrîşên qirkirinê de bi sedan sivîl birîndar bûn û niha li Nexweşxaneya Serêkaniyê tên sekinandin. Lê navçe ji hêla hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dorpêçkirin û birîndar nikarin sewqî herêmên din bibin.

Sivîl tên sekinandin

Bi ragihandina agirbestê re komeke ji sivîlan ku di navde gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî hene, hewl didin ku korîdoreke mirovî vekin da ku birîndaran bigihînin nexweşxaneyên cuda yên rojavayê Kurdistanê. Lê hêzên dagirker destûrê nadin ku korîdora mirovî bê vekirin. Rewşa birîndaran roj bi roj xerabtir dibe.

Çete û çekan sewqî navçeyê dikin

Berevajî vekirina korîdorê, hêzên dagirker hewl didin ku nexweşxaneyê bi dest bixin û komkujiyeke mezin pêk bînin. Di heman demê de dewleta tirk a dagirker hêzeke mezin a çeteyan û çekên giran derbasî Serêkaniyê dike. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta tirk jî bênavber li ser Serêkaniyê difirin. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar