Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Dagirker nikarin ji Zapê bi saxî bifilitin

Hêzên taybet ên artêşa dagirker bi teknolojiya herî dawî ya şer hewl dan ji sê baskan ve bikevin rojavayê Zapê, lê tu ji wan nefilitîn.

Nivîsa Amara harûn a di ANF’ê de hatiye weşandin bi we re parve dikin:

A rastî pêwîstiya gerîla zêde bi propagandayê nîne. Ji xwe bi çalakiyên xwe, xwe rave dike.

Girê Cûdî bi mehan nûnertiya noqteya bingehîn a berxwedana gerîla dike. Di heman demê de bi performansa xwe re weke hêzek xurt ji bo berxwedana gerîla tevdigere. Ji ber ku Zap herêma ku taktîkên herî dawî yên gerîla lê zêde bi bandor tên bikar anîn û bû sedem ku dijmin lê bixitime, di hedefa artêşa tirk  de ye. Hemû rêbazên li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Zap û Avaşînê tên dubarekirin, lê encam nagire. Artêşa dagirker a tirk  tevî hemû hewldanan jî di demeke nêz de ji encam girtinê dûr xuya dike. Ji ber hema hema kêliya ku gavê davêjin Girê Cûdî û cenazeyên xwe li Sikorskiyan dikin yek e.

Gerîla bi tecrûbeyê berxwedan geş kir

Gerîla di van sê salên dawî de ji çekên qedexe heta gazên kîmyewî hemû aliyên şerê ku artêşa tirk  a dagirker bi awayekî bêexlaqî dimeşîne, tecrûbe kir. Encam ji vê yekê derxist. Li ser van encaman xwe nû kir. Berxwedana tunelê ya ku li Heftanînê bi çend saetan dest pê kir, li Avaşînê bi mehan û li Zapê bi salan dewam kir. Hêzên gerîla di destpêkê de nekarîn tunelan ewqas bi bandor bi kar bînin, lê piştre rewş di berjewendiya gerîla de guherî. Gerîla her ku tecrûbe bi dest xist, berxwedan mezin kir. Artêşa dagirker a tirk çû li ber deriyê kîjan tunelê, li wir asê ma. Şehîd Dogan, Kelha Çemçoyê, Girê FM’ê û niha jî Girê Cûdî çend heb ji yên ku em dikarin bihêjmêrin.

Planên dagirkeran serobino bûn

Gelo dirêjkirina berxwedanê encamên çawa bi xwe re anî? Encama bingehîn; Plana serkarên şer ên ku dixwestin xwe bispêrin hêza teknîkî û di nava çend mehan de gerîlayan tasfiye bikin, têk çû. Li hundir bi kişandina sermayedaran re xeyal dikirin ku li ser xwîna kurdan împaratoriyekê ji xwe re ava bikin. Li ku derê xwîn birije wê qaçaxçitiya çekan hebe, çete bên sewqkirin û xwediyên narkotîkê bên xwedîkirin. Gerîla bi berxwedana xwe derb li hêviyê serkarên faşîst ên sûdê ji xwînê digirin jî xist.

Girîng e gelên Rojhilata Navîn û her ku diçe tevahiya gelên cîhanê şerê li çiyayên Kurdistanê bêyî serî li gotinên erzan bixin, binirxînin. Gerîla îro li dijî hêza duyemîn a NATO’yê şer dike, ne zêdegav e. Rastî bi xwe ev e. Gerîla bi serkeftina rawestandina vê hêza NATO’yê hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên cîhanê deriyê destkeftiyên mezin vekir. Bi qasî encamên wê yên herêmî hene, ewqasî cîhaniye jî.

Dewleta faşîst a tirk  mîn parsek derî bi derî digerin

Trafîka dîplomasiyê ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk  Hakan Fîdan dijminê sondxwarî yê kurdan, pir zêde ye: Derî bi derî digere. Diçe kur alîkariyê dixwaze. Dibêje, ‘Werin em bi hev re vê koma eşqiya biqedînin.’ Ma ew ê ji te nepirsin; Ka di du mehan de we yê biqedanda?

PKK 50 sal in şer dike

Binêre, tu bi teknîk û hêza xwe ya leşkerî ya ku tu ewqas pesna xwe pê didî bi wan nikarî, niha tu hatî ba me? Helbet dipirsin û destê wan vala dişînin. Em hemû di rastiyeke Rojhilata Navîn de mezin bûn ku me dizanin tu kes deriyê xwe ji dewleta artêşeke ku prestîja wê ji holê hatiye rakirin veke. Hakan Fîdan nizane, lê PKK’ê ya ku ev 50 sal in rastî şerê herî dijwar tê û şer dike, baş dizane. Yanî dewleta faşîst a tirk hem li herêmê hem jî li cîhanê bi tenê maye. Ji ber vê yekê jî bi hêrseke mezin êrîşî gerîla, gelê kurd û destkeftiyên wan dike.

Niha ger em vegerin ser mijara ku me di sernavê de behs kiribû; Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Girê Cûdî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Şeva 12’ê cotmehê dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo bi ser tunelên şer de bên ji sê milan ve ketin tevgerê. Milek dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên tunelê hatin kontrolkirin û saet di 21.30’an de bi çekên ferdî û taktîkên sûîqestê hatin hedefgirtin û bi awayekî bi bandor hatin gulebarankirin.” Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi giştî 29 dagirker hatine cezakirin û ev jî hêzên taybet ên artêşa dagirkera tirk in.

Wekî ku ji daxuyaniya HPG’ê hat fêmkirin, rêbazên berê li Heftanîn, Avaşîn û Zapê hatibûn ceribandin, dîsa ketin meriyetê. Hima mîna qewte êrîşî çeperên gerîla dikin. Erê, wan ev rêbaz gelek caran ceribandin. Armanca birina vê hejmara hêzan bi yekcarî ber bi qadên berxwedanê yên gerîla ve, ew e ku bi belavkirina bala gerîlayan, serweriyê bi dest bixin.

Erdogan leşkerên xwe dişîne mirinê

Diyar e ku dewleta tirk  a mêtinger û faşîst hewceyê çîrokeke raserî û serfiraziyeke sexte ye. Ji bo bigihîje vê mexseda xwe, bi vê hewilê nîşan da ku dikare her tiştî bike. Dizane ku tu encam ji vê jê re çê nabe lê çima serî li vê rêyê da? Ravekirina vê bi awayeyekê mentiqî, nîn e. Bi mentiqê ‘lê ku lê were’ leşkerên xwe şandin mirinê. Bi mehan e nikare bikeve nava qada Girê Cûdî, bi kirina ewqas êrîşan ji mirina leşkerên xwe re got: ‘’Erê.’’ Ji bo Erdogan ku serokekê faşîst e ji xwe re bike navgîn, ji yekîneyên xwe yên herî bijartî 26 ên taybet ajotin ser guleyên gerîla. Di çarçoveya mafê parastina xwe de, tiştê gerîla bikira lêxistin bû û lê xist.

Gelek encamên divê mirov ji vê çalakiyê derbixe hene lê ya herî balkêş, ew e ku gerîla dagirkerên ketin hewila ketina tûnêlê, xistin bin kontrola xwe û li wan xist. Li cihekê li her derê fotokemîn he ne, balafirên sîxur bêyî sekin diçin û tên, gerîla çawa dikare dagirkeran bixe bin kontrola xwe. Gerîla veşarîbûn û kamûflajê bi awayekê bandorbar bi kar tîne û xwe digihîne vê encamê. Bi ragihandina di navbeyna xwe de jî gerîla dike ku hemû tîmên li eraziyê tev bigerin û bi taktîka tîm a koordîneyî dagirker li cihê bi pêyên xwe tên, dibin armanc.

Ji ber dagirker bi vê dizanin, ji bo şikandina bandora veşarîbûnê daran dibirin, daristanan dişewîtinin; beriya tevgera leşkerî ji erdê ve ji hewayê ve bombebaranê dikin. Bi vî awayî dikin ku gerîla nekare xwe veşêre.

Gerîla hînê taybetiyên kamûflajê bûye, dikare xwe li çola Ereban jî veşêre. Lewma di erîşên hewayî yên dijwar de jî pêçiya gerîlayekê/î jî xwînî nabe. Jidestçûyîn bi giştî ji pevçûnan e. Êrîşên hewayî ku dijwar dibin gerîla vedikişin cihên ewle.

Gerîla teknîka dewleta tirk vala derxist

Cihên ewle bi giştî pergalên tunelan e ku gerîlayan çê kirine. Bi vê pergalê, hemû pergala êrîş û parastinê ya artêşa tirk  a dagirker pûç bû.  Ji bo parastina prestîja teknîk û artêşa xwe ku nîn e ewqas êrîşê gerîla dikin. Gerîla ku ev pergal pûç kiribe nexwe ewqas peymanên çekan çûne bi avê de. Gerîla teknîka dewleta tirk  a mêtinger, faşîst pûç kiriye lê ji bo kirina propagandayê û bikare di nava bazara çekan de bimîne wê li bikaranîna wê teknîkê dewam bike. Ji bo peyitandina serketina xwe wê her tiştî bike.

Di dawiyê de xaleke din a ku ez dixwazim balê bikşînim ser ev e; Balafirên bê mirov ên bombebarkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê bikaranîn. Dewleteke ku ketibe vê rewşê cihê dilsotinê ye. Balafirên keşfê yên ku li şûna SÎHA û F-16’an hatine bicihkirin, bi teqemeniyan tên bicihkirin û ber bi çeperên gerîlayan ve tên şandin. Ji ber vê yekê, ev F-16 û SÎHA’yên ku ji bo wan ew qas girîng bû, çawa ji dewrê hatin derxistin? Ev jî nuqteyeke din a ku berxwedana gerîla, artêşa dagirker asta ku aniyê. Êdî SÎHA û F-16 weke berê li hemberî yekîneyeke gerîla a bindor, ne emcamgir e. Gerîlayên ku bi awayekî profesyonel bi sîstema tîmê hatiye birêxistinkirin û bi kamûflajan hesas e, hem di tunelan de hem jî li qadê bi cih dibe, dikare artêşên mezin ji holê rake. Ji ber vê yekê pergala dron a ku gerîla li gorî derfetên xwe bikar tîne, xuya dike ku niha bûye tekane bijardeya li hemberî artêşa Tirk a dagirker.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar