Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vê awayî ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne;
Li herêma Zapê;
15’ê adarê saet di 22:00 de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşê.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;
15’ê adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
15’ê adarê çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Kurojahro, Çemço û Sîdayê 47 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”