Artêşa tirk a dagirker wesayîta bijîşkan a ku bi hawara birîndarên li Serêkaniyê ve diçû hedef girt. Hat zanîn ku şehîd û birîndar hene
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewamin. Hêzên dagirker sivîlan hedef digirin û bi hovane qetil dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li nêzî gundê Esediye yê li ser rêya di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de wesayîteke bijîşkan a ku bi hawara birîndarên li Serêkaniyê diçû, hedef girt.
Hat zanîn ku di encama êrîşa hêzên dagirker de şehîd û birîndar hene. HESEKÊ