Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî da:
“31’ê çileyê saet di navbera 19:10-19:50’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Basyayê geriyan. Di heman demê de qada Werxelê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.
1’ê sibatê saet di navbera 19:10-22:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mervanosê geriyan.
2’yê sibatê saet di navbera 12:10-12:30’î de li herêma Garê bi balafirên şer bombe li gundê Şêranê hat barandin.
5’ê sibatê saet di navbera 10:00-10:30’î de li herêma Garê gundên Gûzê, Yekmalê, Ergenê, Bilmendê, Şiyê 9 caran û qada Kafya jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
5’ê sibatê saet di navbera 10:00-10:15’an de li herêma Zapê derdora gundên Gundê Fileha, Girê Bahara û Gundê Sergelê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
8’ê sibatê saet di navbera 10:00-12:20’î de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê 4 caran, li herêma Goşînê qadên Girê Roste û Girê Bizina 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN