Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Til Werd ê Til Temirê kir. Di êrîşê de leşkerekê rejîm birîndar bû. Şerê li herêmê didome
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê careke din êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin. Hêzên dagirker îro jî êrîşî gundê Til Werd ê Til Temirê dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Til Werd ê Til Temirê kir. Di encama êrîşê de leşkerê rejîma Sûriyeyê yê bi navê Usame Mihemed birîndar bû.
Şer û pevçûnên li herêmê didomin. HESEKÊ