Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dagirkeran gundên Til Temirê bombebaran kirin

Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava didomin. Di vê çarçoveyê de dagirkeran gundê Um El Kêf bombebaran kir û gundê Qasimiyê jî topbaran kir

Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund didin. Di heman demê de hem li Ezazê û hem jî li Silûkê teqînên mezin pêk hatin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên dewleta tirk gundê Um El Kêf ê Til Temirê bombebaran kirin. Encamên êrîşan nehatin zanîn. Li hêla din çavkaniyan got ku balafirên keşfê, balafirên şer û helîkpoterên DYA’yê jî li ser asîmanê Til Temirê digerin. Çavkaniyan ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Qasimiyê yê Til Temirê jî topbaran dikin.

Teqînên li Silûk û Ezazê

Her wiha hat zanîn ku li nêzî firneya siyahî ya bajarokê Silûk a Girê Spî ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye, teqîneke mezin pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di heman demê de li gundewarên Ezazê jî teqînek pêk hat lê têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar