Komên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta tirk êrîşî gundên Serêkaniyê kirin. Di encama êrîşan de welatiya bi navê Xewla Xidir Deham ku dayika 4 zarokan e şehîd bû û li herêmê şer didome
Êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker herêmên sivîlan û noqteyên şervanan topbaran dikin. Di encama van êrîşan de jî welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin û neçarî koçberiyê dibin.
Di vê çarçoveyê de leşkerên dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundê Xirbet Qerac ê li di navbera Til Temir û Serêkaniyê de kir. Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama topbarana hêzên dagirker de welatiyê ereb ê bi navê Xewla Xidir Deham (30) ku dayika 4 zarpkan e şehîd bû. Cenazeyê Deham rakirin Nexweşxaneya Lêgerînê ya Til Temirê.
Êrîşî 5 gundan kirin
Komên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê di heman demê de bi awayeke hemwext êrîşî gundên Esediyê, Derdara, Mirîkîs, Bîr Nûh û Xirbet Hemîd ê girêdayî bajarê Serêkaniyê kirin. Li ser vê yekê şervanên HSD’ê jî bersiv dan komên çeteyan û li herêmê şer didome. SERÊKANIYÊ