Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dagirkeran li Til Temir û Serêkaniyê derbên giran xwarin

Hêzên dewleta tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Til Temirê ji destê şervanan derbên giran xwarin. Hat zanîn ku di encama çalakiyên şervanan ên li gundên Alya û Menacîr ên Til Temir û Serêkaniyê de bi dehan çete û leşker hatin kuştin

Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî hêzên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê di roja 8’emîn de jî bi serkeftî berdewam dike. Hêzên dagirker tevî hemû çekên giran jî nikarin pêşde biçin û derbên giran dixwin.

Hêzên dagirker careke din hewl dan ku bikevin gundê Alya yê girêdayî Til Temirê û gundê Menacîr ê Serêkaniyê. Hat zanîn ku li ser bersivdayîna şervanan a li gundê Alyayê de 10 çete û leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Hewldana çeteyan hate têkbirin

Li eniya Serêkaniyê jî şervanan li dijî hewldana çeteyên ku dixwestin bikevi gundê Menacîrê çalakî pêk anî. Hat zanîn ku di encama çalakiyê de hewldana çeteyan hate şikandin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene. Li her du eniyan jî şer bi hemû dijwariya xwe didome. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku balafirên şer ên dewleta tirk jî bênavber Serêkaniyê bombebaran dikin.

Têkçûna xwe vedişêrin

Dewleta tirk hewl dide ku bi rêya medyayê têkçûna xwe ya li dijî rojavayê Kurdistanê binixûmîne. Lê piştî ku êrîşa li dijî Rojava dest pê kir, liv û tevgera ambûlansan a li navend û navçeyên Rihayê heme hema qet kêm nabe. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tên wê derê jî Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ye. Çavkaniyên herêmê dibêjin ku li nexweşxaneyê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin.

Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin

Çavkaniyan got ku gelek ambûlansên nû sewqî herêmê hatine kirin û li baxçeyê paş ê nexweşxaneyê tên girtin. Hat zanîn ku dewleta tirk ji bo ku agahiyan parve nekin, gef li xebatkarên nexweşxaneyê xwarine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar