Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Dagirkerên tirk êşkence li welatiyan kir

Dagirkerên dewleta tirk di seatên serê sibê de bi ser gundê Marînê yê Nisêbînê de girtin. Dagirkerên tirk di serdegirtinê de yek jê zarok 3 kes bi lêdanê binçavkirin.

Faşîzma dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê bi salane didome. Dagirkerên tirk di seatên serê sibê de bi ser gundê Marînê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê de girtin. Dagirkeran bi ser mala Abdulkerîm Aslan û Ridvan Aslan ên birayên hev de girtin. Hat zanîn ku der barê wan de biryara girtinê hebûye. Di serdegirtina malan de S. Aslan ê lawê Ridvan Aslan û hevjîna Abdulkerîm Aslan, Gulperî Aslan û mêvana wan Nêrgiz Okan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran dema binçavkirinê li S. Aslan dane û wî êşandine.

Hat diyarkirin ku leşkeran berê çekên xwe dane ser welatiyan û heqaret li wan kirine. Hefsed Aslan behsa kêliya binçavkirinê kir û wiha got: “Me çi ji wan kiriye? Zarokên me kuştin. Berê sîlehên xwe dan ser me. Heqaretên giran li me kirin. Mala me serobino kirin. êşkence li zarokên me kirin. Ev bêdîn û bêîman in.”

Zekiye Aslan jî nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û wiha axivî: “Van para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Li zarokên 15 salî dixin û kirin ku xwîn di devê wî de biavêje. Îşkence kirin. Gelo ev mirovatî ye? Me xwe avêt ser zarokên xwe lê li me jî dan. Sixêfa li me kirin. Ev ne karê dewletê ye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Çi ji me dixwazin?”

Hat zanîn ku Nêrgiz Okan ku li gund hat binçavkirin hê nû ji girtîgehê derketiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar