Leşkerên tirk ên dagirker li Kurdistanê terorê dimeşînin û gelên Kurdistanê qetil dike. Leşkerên dagirker şevêdin saet derdora 22.00’an gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê dorpêç kirin. Leklerên dagirker bi helîkopteran û çekan gule li ser maleke ku zarok jî lê hebûn de reşandin.
Dorpêça li ser gund çar saet û nîvan dewam kir û saet di 02:20’î de bi dawî bû. Piştî gulebarana leşkerên dagirker hat dîtin ku gelek gule li malê ketine û lepikên tîmên lêkolîna cihê bûyerê man.
Di êrîşa leşkerên dagirker de kesê bi navê Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da.