Dewleta tirk a dagiekr ku li derbên giran ji gerîlayên azadiya Kurdistanê dixwe, hewl dide li bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî bide destpêkirin. Hat ragihandin ku gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê ji hêla waliyê faşîst ê Wanê ve wek “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine qedexekirin. Hat zanîn ku wê ev deverên wek “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin dê heta 9’ê cotmehê ji çûnehatê re qedexekirî bin. Hat zanîn ku piştî qedexekirina çûna û derketina ji van deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin.