Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dagirkerî bi meşan hate şermezarkirin

Li Tebqa û Girkê Legê gelek welatî daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Çalakvanan bang li qada navneteweyî kirin ku ji bo Serêkaniyê korîdoreke mirovî bê vekirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re, gelek welatiyên Tebqa û û Girkê Legê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de li hemberî dewleta tirk hêrseke mezin hebû û welatiyan got ku dê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Di vê çarçoveyê de li Tebqayê gelek welatî daketin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de welatiyan wêneyên kesên hatine qetilkirin û wêneyên zarokên ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de laşê wan şewitî hildan.

Çalakvanan bal kişand ser şehîd û birîndarên li Serêkaniyê û xwestin ku di zûtirin dem de korîdorek bê vekirin da ku şehîd û birîndar ji wir bên derxistin. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hemîd El Ferec axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Şêx û rûspiyên herêmê jî di çalakiyê de binpêkirina agirbestê ji hêla dewleta tirk ve şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku demildest dorpêçê li ser Serêkaniyê rakin da ku birîndar û şehîdên li wir bên derxistin.

Çalakiya li Girkê Legê

Her wiha li ser banga ciwanên navçeya Girkê Legê, bi sedan şêniyên navçeyê di danê êvarê de li qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û meşeke meşaleyî li dar xist. Di meşê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û beşdaran bi dirûşman berxwedêrên Berxwedana Rûmetê silav kirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Berxwedan Bagok axivî û wiha got: “Bi ruhê ciwanan em ê li dijî êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser herêmê li ber xwe bidin û çeteyên wê têk bibin. Em nahêlin ku dagirker armancên xwe pêk bînin. Biryara me berxwedan û serkeftine. Em rê nadin dagirkeriyê.”

Çalakî bi awaz û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar