Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dagirkerî li welatên Ewropayê hate şermezarkirin

Bi hezaran kurdistanî û dostên wan Bremen, Kassel, Graz û Îtalyayê ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Çalakvanan xwestin ku dewleta tirk û çeteyên wê di zûtirin dem de ji xaka rojavayê Kurdistanê derkevin

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de li bajarên Bremen û Kasselê, li Graz ê Awusturyayê û li paytexta Îtalyayê Romayê bi tevlêbûna kurdistanî û dostên wan çalakî hatin lidarxistin. Çalakvanan êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

BREMEN

Di vê çarçoveyê de li Bremenê bi dirûşma ‘Sê çalakî, sê armanc, sê reng û armancek’ bi beşdariya saziyên dostên kurdan û kurdistaniyan çalakî pêk hatin. Çalakger bi sê baskan ve ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Meş ji balafirgeha Bremenê, ji Walle û ji pêşiya febrîqeya Rehnmetalê meşê dest pê kir. Piştî meşên bi saetan çalakger li navenda bajêr gihiştin hev. Piştî ku her sê meş gihiştin hev ji bo nîv saetê çalakiya rûniştinê hate kirin û piştre çalakger ber bi Parlamentoya Eyaletê ve meşiyan. Li pêşiya Parlamentoya Eyaletê mîtîngek pêk hat û parlamenterên federal û eyaletê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku divê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tavilê bi dawî bibe.

Beşdarên çalakiyê wiha ne: “Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Bremenê (AstA Uni Bremen), komên antîfaşîst, Chîlenîsche Delegasîon (Junge Gew), komen Tamîl, Ciwanên Berxwedêr Bremen, komê ciwan ên Otonom, Fraûen Strûktûren Bremen, Wagenplatz Lolhafen, Jinên Berxwedêr (Fraûen Streîk Bremen), Frîdays for Fûtûre, Achîm Meclîs Ezîdîsche, Saîdî Kurdî Mizgeft, Cemevî Bremen, parlamenter, nûnerên Komîteya Parastina Rojava ya Bremenê.”

KASSEL

Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bi meşekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de li dijî dewleta tirk dirûşm hatin qîrîn. Piştre li Kogîsplatzê mîtîngek pêk hat.

GRAZ

Çalakgeran bi kombûnekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Her wiha ji bo xwedîderketina li berxwedana rojavayê Kurdistanê bang hate kirin. Di çalakiyê de der barê êrîşên dagirkeriyê belavok hatin xwendin û belavkirin.

ROMA

Li dijî faşîzma dewleta tirk a li rojavayê Kurdistanê meşek pêk hat. Bi hezaran kes li dijî faşîzmê meşiyan.Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê’ hatin qîrîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar