Hesabên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê ne rojane ne. Berfireh û stratejîk e. Di rojane de PKK’ê dike hincet lê esasî ne ev e. Dixwaze li ser başûrê Kurdistanê hakimyetek leşkerî û siyasî çê bike. Dîsa hesabên wî yê li ser aloziya herêmî heye. Hikumet û hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî dibin beşeke ji vê lîstikê.
Ji sala 1992’yan vir ve, dewleta tirk gav bi gav başûrê Kurdistanê dagir dike. Di salên 1990’î de wargehên leşkerî avakiriye û di roja me de nêzî 18 wargehên leşkerî hene. Sala 2007’an piştî ku di operasyona Zapê de binket, dewleta tirk rêbazê dagirkeriyê guhert. Ev jî dagirkeriya aborî û çandî li pêşxist. Ji 2008’an vir ve nêzî 1000 şirketên tirk wek dagirkerên aborî Başûr dagir kirin. Di aliyê çandî de jî bi rêzefîlmên tirk ên herî riziyayî servîsê başûrê Kurdistanê kirin.
Ji sala 2018’an û vir ve dewleta tirk dagirkerî gihand asteke din. Di adara 2018’an de êrîşê herêma Biradostê kir û xwest dagir bike. Li herêma Barzan nêzî 10 km ket xaka Başûr. Li ser Kerkûk jî hesabên xwe yên sedsalî xiste dewrê, hêzên paramîlîter ava kirin û di aliyê siyasî de jî ITC destekirin û xwestin ji aloziya Kerkûkê feyde bigirin. Di meha gulanê de êrîşê herêma Xakûrkê kir û xwest dagirkeriyê bigihêjîne asteke din. Piştî ku Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Federal a Kurdistanê hat hilbijartin, hevdîtina yekemîn bi serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan re çêkir. Piştî hevdîtinê hîn cihê pêşmerge ku li wê bûn teslîmî dewleta tirk hate kirin. Dîsa li herêma YNK’ê li Silêmaniye, Germiyan û Soranê xebatên sîxuriyê li pêş dixe. Li ser YNK’ê jî zextan dike. Dema mirov li van bûyeran tev tîne cem hev, armanca dewleta tirk ne tenê PKK ye, armanc hemû destkeftiyên Kurdistanê ne.
Lê hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên siyasî vê yekê yan naxwazin fêm bikin an jî hîn hesabên din hene. Piştî ku Nêçîrvan Barzanî bû serokê herêma Kurdistanê hevdîtina yekemîn bi serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan kir. Piştî vê hevdîtinê hêj rojek derbas nebû li Kanîmasî û Zaxoyê hîn cihên ku pêşmerge hebûn hate valakirin û teslîmî dewleta tirk hate kirin. Mirov dema ve yekê bi kûrahî difikire helwestek ecêb û sosret e. Mirov çawa parçeyek ji axa welatê xwe teslîmî hêzek dagirker bike. Kîjan aqil û hişmendî vê yekê qebûl dike. Ev helwest, ne helwestek netewî, ne eşîrî, ne olî û ne mezhebî ye. Mirov şaş û matmayî dimîne. Dîsa di heman dêmê de herema Qendîlê hate bombekirin û 4 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da, PKK rexne kir û got ‘em xemgîn in.’ Heta niha di bomberanan dewleta tirk de bi sedan sîvîlên başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Lê her tim daxuyaniya rayaderan xemgînî bû. Herkes xemgîn e lê ger hêzek siyasî yên kurdistanî be û hikumetek be, gerek helwestên te cuda be. Nikare bibêje hûn gelê me qetil dikin em şermezar dikin. Tenê xemgîn e. Ev kar bi xemgînî naçe serî.