Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dagirkeriya DAIŞ’ê bi dawî dibe

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah diyar kir ku Şerê Tunekirina Terorê ber bi dawiyê ve diçe û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo dirêjkirina temenê xwe û astengkirina pêşketinên HSD’ê sivîlên di destê xwe de wek mertalên zindî bi kar tînin.”

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ku bi navê Şerê Tunekirina Terorê hatibû destpêkirin, bi pêşveçûna şervanên HSD’ê berdewam dike. Di hefteyên dawîn de bi hezaran sivîl ji aliyê şervanên HSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Lê hîn jî gelek sivîl di destê çeteyan de ne û çete wan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah têkildarî qonaxê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (NAHA) re axivî û diyar kir ku kêm maye operasyonên wan bi dawî bibin. Lîlwa destnîşan kir ku li gundewarên Baxoz û El-Miraşdê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin.

Lîlwan da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku temenê xwe dirêj bikin sivîlên di destê xwe de wek mertalên zindî bi kar tînin û wiha got: “Lê şervanên me korîdorên ewle vedikin da ku sivîl ji destê wan rizgar bibin û xwe bigihînin herêmên ewle yên rizgarkirî.”

Lîlwa bi bîr xist ku pêngav ji ber gefên Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê gelek caran rawestiyaye û wiha pê de çû; “Tirkiye bi gefên xwe armanc dike ku temenê DAIŞ’ê dirêj bike. Serkeftin nêz e û di demeke nêz de em ê mizgîniya serkeftinê bidin şêniyên herêma Dêrazorê.”

Lîlwa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tîmên endezyariyê yên girêdayî HSD’ê yên rakirina mayinan bi awayekî xurt dixebitin û ev tişt gotin: “Endazyar sivîlan vediguhêzin herêmên ewle heya ku ewlehî ji nû ve vegere herêmên wan.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar